Jinên siyasetmedar êrişên li ser Rojava şermezar kirin

  • 12:58 21 Hezîran 2023
  • Rojane
AMED - Aktîvîstên TJA’yê, endamên Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk û HDP’ê li Amedê civiyan û êrişên li dijî Rojava şermezar kirin û diyar kirin ku di êrişan de jinên kurd tên hedefkirin. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Jinan a Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî encamên hilbijartinên 14’ê Gulanê û 28’ê Gulanê û avakirina heyama nû li Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1’an a Amedê civîn li dar xistin. Gelek jin tev li civînê bûn. Ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê û demokrasiyê rêz hat girtin. Paşê li ser navê jinan Endama Meclisa Partiyê ya HDP’ê Emîne Înan axivî. 
 
‘Bi taybetî tevgera jinên kurd dikin hedefa êrişên xwe’ 
 
Emîne bi şermezarkirina qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tuma dest bi axaftina xwe kir û got: “Em di şexsê Yusra Derwêş, Liman Şiwêş û Firat Tuma de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Deynê me ji bo nirxên me heye. Ev êrişên hewayî ji rêzê nîn in. Bi zanebûn tên kirin û hevalên me jin tên qetilkirin. Ev peyamek e. Li bakur bi ser neketin niha jî dixwazin tola Bakur ji Rojava hildin. Bi taybetî tevgera jinên kurd dikin hedefa êrişên xwe. Divê em di ferqa vê yekê de bin. Tu êriş ji rêzê nîne.” 
 
‘Tevgera jinan bû pêşengê pêvajoyê û bi rola xwe rabû’ 
 
Emîne destnîşan kir ku ew ê civînên rexne-xwerexenkirinê yên piştî hilbijartinê li dar bixin û piştre jî civînên gel li dar bixin û got: “Divê em bi erzanî nêzî van civînan nebin. Divê em girîngiyê bidin van civînan. Tevgera jinan di pêvajo û demek gelek girîng de derbas dibe. Me pêvajoyek hilbijartinê derbas kir. Tevgera jinan bû pêşengê pêvajoyê û bi rola xwe rabû. Bêmoralî xwe di gelek saziyên me de nîşan da. Lê têkoşîna me neqediyaye. Hilbijartinek nikare têkoşîna me diyar bike. Nayê wê maneyê ku her tişt qediyaye. Em hemû berpirsiyarên vê pêvajoyê ne. Em li kê dera vê pêvajoyê bûn, gelo em bûn bersiv? Me wek tevgera jinan pêşengiya xebatan kir lê em ê di çarçoveyek rast de nîqaşan bikin.” 
 
Piştî axaftina Emîne civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.