Jinên Herêma Firatê qetilkirina Yusra Derwêş şermezar kir

  • 12:48 21 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Jinan a Herêma Firatê derbarê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş daxuyaniyek da û got: "Kes nikare îradeya jinê bişikîne. Em ê li hemberî her êrişan xwedî bi helwest bin."
 
Têkildarî êrişa dewleta Tirk a li ser rêya Tirbespiyê û Qamişloyê, ku di encamê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma şehîd bûn, Koordînasyona Jinê ya Herêma Firatê daxuyaniyek da çapemeniyê. Daxuyanî ji aliyê Cîhan Derwêş ve hat xwendin 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi balafirên keşfê hê jî didome û topbarana li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê roj bi roj dewam dike. Di 20’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker erebeyeke li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê kir hedefa xwe ku di encamê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yûsra Derwêş û Cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma şehîd ketin.
 
Piştî biryara Rêveberiya Xweser a ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ'ê êrişên dewleta Tirk zêde bûn. Dewleta Tirk bi van êrişan dîsa dixwaze DAÎŞ'ê bi hêvî bike. Armanca xwe jinûve belavkirina îdeolojiya DAÎŞ'ê ye. Êdî armanca dewleta Tirk diyar bûye, hem dixwaze projeya Rêveberiya Xweser tune bike, hem jî îradeya gelê herêmê têk bibe. Ji bo şikandina îrade û hêza jin êdî bi her rêbazên êrîş dike. Bi balafirên keşfê û şerê taybet dixwazin jinê ji rastiya wê dûr bixin.
 
Her wiha dewleta Tirk bi hinceta parastin û ewlehiya xwe, hewldanên xwe yên ji bo dagirkirina herêmên berfireh ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Ewlekarî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bibe. Em wek jin em ê her li hemberî dagirkeriyê xwedî bertek bin û her li hemberî faşîzmê xwedî helwest bin.
 
Em weke koordînasyona jinan li herêma Firatê sersaxiyê ji malbatên şehîdan û gelê xwe re dixwazin. Her wiha em piştgiriya xwe ya ji bo şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar dikin û soza şopandina rêya şehîdan didin. Divê em bibin yek  ji bo bidestxistina azadiya hemû jinên cîhanê.
 
Em bang li garantorên navneteweyî dikin ku ambargoya hewayî deynin ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, erka xwe ya berpirsyarî û exlaqî ya li hemberî gelê herêmê pêk bînin û êrîşên dagirkeriya Tirk rawestînin."