Bi hinceta Covîd-19'ê çalakiyên li Colemêrgê hatin qedexekirin!

  • 11:06 21 Hezîran 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Colemêrgê çalakî û xwepêşandan ji bo 15 rojan hatin qedexekirin. Walîtiyê, di biryara xwe ya qedexeyê de Covîd-19 weke hinecet nîşan da. 
 
Walîtiya Colemêrgê li bajar ji bo 15 rojan hemû çalakî û xwepêşandan qedexe kir. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di 5’ê gulanê de daxuyanî dabû û ji bo Kovîd-19’ê gotibû “rewşeke lezgîn a kûrewî nîne.” Lê belê Walîtiya Colemêrgê di biryara qedexeyê de şewba koronayê jî weke hincetek nîşan da. Qedexeyên li bajar dê heta 5’ê tîrmehê berdewam bikin.