RJAK: Em ê li ser xeta Yusra û Leman têkoşînê bidomînin

  • 10:17 21 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) êrişa duh a li Tirbêspiyê ku du jinên pêşeng û welatparêzek jiyana xwe ji dest da şermezar kir û wiha got: “Em ê li ser xeta têkoşîna gelê xwe ya ku rêya Yusra û Leman e, li dijî dagirkerî û hewldanên şikandina vîna gelê xwe bidomînin. Ev êrişên terorî yên li dijî azadîxwazên gelê me, me natirsînin û bihêztir dikin.”
 
Duh balefira bê mirov û bi çek a dewleta tirk li ser rêya Tirbêspiyê-Qamişlo wesayîtek bombebaran kir. Di encama êrişê de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Cîgira wê Leman Şiwêş û ajokarê wesayîtê Firat Tûma jiyana xwe ji dest dan. Her wiha Hevserokê Kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.
 
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) di derbarê êrişê de daxuyaniyek da û êrişa ne rewa ya dewleta tirk û her cure êrişên bi vî awayî şermezar kir.
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye: “Em dubare dikin ku em ê li ser xeta têkoşîna gelê xwe ya ku rêya Yusra û Leman e, li dijî dagirkerî û hewldanên şikandina vîna gelê xwe bidomînin. Ev êrişên terorî yên li dijî azadîxwazên gelê me, me natirsînin û bihêztir dikin. Êşa ku rêhevalên me kişandî, em ê ji bo zindîkirina vîna xwe ya têkoşîna ji bo azadiyê û tunekirina xeyalên dijmin bikin bingeh.
 
Bê guman rêheval Yusra û Leman gelek jinên xwedî îradeya azad û li dijî xiyanet û dagirkeriyê perwerde kirin û rakirin ser xwe ku li pey wan li ser heman xetê têkoşîna wan berdewam bikin. Carek din qetilkirina jinên şoreşger ku bi carane li cih û welatên cuda cuda ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve tên pêkanîn şermezar û rûreş dikin.”