Li Şengalê Kampa Jineolojiyê

  • 10:09 21 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ciwan ên li gundê Solaxê ya Şengalê di Kampeke Jineolojiyê de li hev kom bûn.
 
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li gundê Solaxê yê Şengalê Kampa Jineolojiyê da destpêkirin. Kamp di çarçoveya pêngava 'Jin, Jiyan, Azadî, bi ser bixe azadî' pêk tê û wê sê rojan dewam bike.
 
Di kampê de ku bi navê 'Şehîd Nazê' tê lidarxistin, gelek jinên ciwan tevlî bûn. Di kampê de jin ji aliyekî ve perwerdeya bîrdozî dibînin, li aliyê din jî di warê çand û hunerê de xwe perwerde dikin.