Nameyên ji Abdullah Ocalan re nivîsand bû hinceta şewitandina înfazê!

  • 09:47 21 Hezîran 2023
  • Rojane
Şehriban Aslan
 
MÊRSÎN – Înfaza Evîn Kaya ya li Girtîgeha Jinê ya Tersûsê tê girtin bi hinceta dirûşm berz kiriye û name ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re nivîsandiye, hat şewitandin. 
 
Li Kurdistan û Tirkiyeyê binpêkirina mafên li girtîgehan a li dijî girtiyên siyasî her diçe zêde dibe. Wezareta Dadê tiştên diqewimin ji nedîtîve tê. Li gel binpêkirina mafan, di 2021'ê de Lijneya Çavdêrî û Îdarî hat avakirin. Bi vê re bi hincetên pûç û vala yên mîna "gerandina govendê","gotina stranan" lêpirsînên dîsîplînê derbarê girtiyan de hatin destpêkirin û parvekirinên medyaya dîjîtal ên berî bên girtin wekî hincet tên pêşkêşkirin. Her wiha lijneyên çavdêriyê "poşmantiyê" li girtiyan ferz dike. 
 
Lijneyê got 'ji bo derketina nava civakê ne amade ye' 
 
Yek girtiya înfaza wê temam bûye û tehliyekirina wê tê astengkirin Evîn Kaya ya li Girtîgeha Jinê ya Tersûsê ye. Li gor nirxandina çavdêriyê ya Evînê nameyên ji Abdullah Ocalan re nivîsand bû hinceta şewitandina înfazê. Her wiha ji ber di qawişa siyasî de ye ev jî wekî hincet derketiye pêşberî wê. Her wiha dirûşm û neqebûlkirina ferzkirina poşmantiyê jî dibe sedema netehliyekirinê. 
 
Parêzerên Evînê li dijî biryarê derketin û îtiraz kirin.