Kombûna Jinan a Zenûbiya êrişên li ser Rojava şermezar kir

  • 09:12 21 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê êrişên dewleta tirk  ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: "Em soz didin ku em dê rêya şehîdên xwe bişopînin".
 
Daxuyanî bi beşdariya endamên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclîsa Jinên Sûriyeyê, Nivîsgeha Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, partiyên siyasî ji aliyê berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliye Kenco ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de siyasetên dijberî û nijadperestiyê yên ku dewleta tirk li dijî gel û jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide meşandin şermezar kir û got: "Îro jî balafira bêmirov a biçek a Tirk erebeyeke Rêveberiya Xweser li gundê Til Şiîr hedef girt ku di encamê de hevseroka kantona Qamişloyê Yusra Derwêş û cîgira wê yên ku ji bo azadiya jinan û gelan û pêkanîna aştî û demokrasiyê têdikoşiyan şehîd bûn."
 
Kombûna Jinan a Zenûbiya piştrast kir ku êrişên dewleta tirk bi sedema bêdengiya navneteweyî ne û soz da ku rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan bişopîne û têkoşîna xwe bidomîne. Her wiha bang li hemû jinan kir ku li hember planên dewleta tirk  ên têkbirina îradeya jinên azad ên Sûriyeyê bi yekrêziyekê li berxwe bidin.
 
Kombûna Jinan a Zenûbiya di daxuyaniya xwe de got: “Dewleta tirk a dagirker dê tu carê êrişên xwe yên li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û şerê taybet ê ji bo têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û dorpêçkirina herêmê ranewestîne. Lê belê ji ber ku em xwedî îradeyeke xurt û berxwedaneke dîrokî ne, em dê asta berxwedana xwe bilind bikin û em dê tu carî têk neçin. Em dê bi hev re van zehmetiyan derbas bikin û bigihêjin armanca xwe ya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û ya pirreng."