TJK-E qetilkirina Hevserok Yusra Derwêş şermezar kir

  • 09:10 21 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E, êrişa ku tê de Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Lîman Şiwêş û Firat Tuma hatibûn qetilkirin, şermezar kir.
 
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajovanê wesayîtê Firat Tûma yên di êrişeke SÎHA'yê ya Tirkiyeyê de hatin qetilkirin bi daxuyaniyeke nivîskî şeremezar kir. 
 
Di daxuyaniya TJK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:
 
 “Di encama êrîşa hovane de ya ku dewleta Tirk a faşîst di 20’ê Hezîrana 2023’yan de li dijî Rojava pêk anî,  Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, alîkara wê Lîman Şiwêş û Firat Tuma şehîd bûn. Hevserok Gabî Şemûn bi giranî birîndar bû. Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em sersaxiyê ji malbat û xizmên şehîdên xwe re dixwazin û soza pêkanîna xeyalên şehîdan didin.
 
Dewleta faşîst a AKP-MHP’ê piştî hilbijartinê êrîşên xwe yên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser gelê Kurd bi lez û bez didomîne. Dîktator Erdogan û dewleta Tirk a qirker ji bo dagirkirina Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê her rêyê bi kar tînin. Li hemberî van êrîşên ku li ber çavên hemû cîhanê pêk hatin, saziyên navneteweyî bêdeng in. Baş tê zanîn hevkariya leşkerî, aborî û dîplomatîk ya Tirkiye, DYA, NATO û welatên Ewropayê hevkariyeke qirêj e. Ev tifaqa wan li ser xwîna gelê Kurd hatiye avakirin. Hêzên ku van êrîşan rasterast an jî bêdeng dipejirînin, şirîkên vî sûcê li dijî mirovahiyê ne. Em careke din bang li saziyên navneteweyî dikin ku nebin şirîkê qirkirina Erdoganê dîktator, piştgiriya polîtîk, leşkerî û maddî nedin qirkirinê.
 
Lê belê, divê baş bê zanîn ku; êrîş ji ku derê tên bila bên, jin û gelê me wê li her qadê bi berxwedaneke mezin li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava hem bi hêza rêxistinbûyî ya civaka rêxistinbûyî ya gelan û hem jî bi jinan bandora xwe nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê daye.
 
Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em careke din vê êrişa xayîn û hovane şermezar dikin û diyar dikin ku li her qadê em ê şoreşa Rojava biparêzin. Şoreşa Rojava ku hemû jinan di rêya şoreşa jinên cîhanê de bi rê ve dibe, şoreşa me ye. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku li ser zimanê hemû jinên cîhanê bûye sirûda berxwedanê, di şoreşa Rojava de ruh girtiye û bûye rengê jiyanê.
 
Li ser van rastiyan em bang li hemû gelê xwe, di serî de jin, dostên xwe, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, muxalif û hemû kesên ku li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst dikin ku, tevlî çalakiyên me bibin û têkoşînê geştir bikin.”