Paula Martîn Ponz: Ji bo çareseriya meseleya Kurd divê Ocalan bê berdan

  • 09:08 21 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
Marta Somek
 
ENQERE - Parêzera navneteweyî Paula Martîn Ponz têkildarî bêdengiya CPT û tecrîda AKP’ê axivî û diyar kir ku ev bêdengî hevkariya sûc e û wiha got: “Ji bo çareseriya meseleya Kurd divê Abdullah Ocalan bê berdan û  divê girtiyên siyasî bên berdan.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 24 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin. Tecrîd û komploya li hember Ocalan 24 sal in didome. Ji 25’ê Adara 2021’ê de 27 meh in agahî jê nayê girtin. Hemû serlêdanên ji bo hevdîtina Îmraliyê tên kirin jî bê bersiv tên hiştin. Hevdîtin bi hinceta cezayên dîsîplînê tên qedexekirin.
 
Tecrîd ji aliyê Tirkiyeyê ve tê meşandin û qada navneteweyî jî ji bo şikandina tecrîdê, ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, nîqaşan dimeşîne, panel û konferansan pêk tîne. Herî dawî hefteya borî li bajarê Strasbourg a Fransayê li Parlamentoya Ewropayê (PE) bi hevkariya Yekîtiya Parêzerên Ewropa a ji bo Mafê Mirovan û Demokrasiyê (ELDH), Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) û Partiya Çep (Dîe Lînke), Tifaqa Pêşketî ya Sosyalîst û Demokratan (S&D)  bi sernavê ‘Li Tirkiyeyê maf û azadî: hiqûq, girtîgeh û pirsgirêka Kurd’ konferans pêk hat.
 
Di konferansê de hat diyarkirin ku Tirkiye biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) pêk nayne, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan giran dike û ev tecrîd li ser hemû civakê belav bûye. Her wiha di konferansê de yek ji rojevên din jî bêdengiya CPT'yê bû. Paula Martîn Ponz a di delegasyona tecrîdê de cih digire û tevli konferansê bû der barê tecrîda girankirî, nêzîkatiyên saziyên navneteweyî de nirxandin kir.
 
‘Pergala darazê ji bo berjewendiyên AKP’ê tên bikaranîn’
 
Paula da zanîn ku hemû pergala darazê ya li Tirkiyeyê di esasê berjewendiyê desthilatdariya AKP’ê de tê bikaranîn û hemû civak texrîb dibe. Paula wiha dirêjî dayê: “Bêparbûna ji xweserbûnê û li dijî girtiyan pêkanînên xerab bûye yek ji dirûşma sereke ya pergala daraza Tirk. Wisa tê dîtin ku pergala edaletê serbixwebûna xwe bi giştî winda kiriye ji edaletê dûr ketiye. Yanî pergala edaletê ji bo berjewendiyên desthilatdariya AKP’ê tê bikaranîn. Serjimara li girtîgehan her diçe zêde dibe û ev jî nîşan dide ku edalet li Tirkiyeyê pêk nayê. Ev jî bingeheke texrîbbûyî ya civakê nîşan dide. Ji ber vê jî girtîgehên Tirkiyeyê bi siyasetmedar, hiqûqnas, rojnameger tije bûne. Ev jî nîşan dide ku pirsgirêka Kurd çareser nebûye.”
 
‘Dibin hevkarên sûc’
 
Paula destnîşan kir ku derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de tevî ku biryarê Ewropa û saziyan heye jî ev di pratîkê de pêk nayên û wiha bi lêv kir: “Berpirsiyariya Konseya Ewropayê jî heye. Divê konsey biryarên xwe pêk bîne. Divê riyên demokratîk ên diyar kirine bişopîne. Parlamentoya Ewropayê û CPT biryarên şermezarkirinê weşandine. Ji bilî vê tu pêkanînên di peymanan de pêk naynin.  Parlamentoya Ewropayê û CPT agahdarkirinekê nakin an jî biryarên xwe pêk naynin û maf û jiyana kesên din dikin xetereyê. Konseya Ewropayê rastiyê ji holê radike, tune dihesibîne û dibe hevkarê sûc ê Tirkiyeyê.”
 
‘Yekane çareserî azadiya Birêz Ocalan e’
 
Paula diyar kir ku tecrîda Îmraliyê cezayekî ku li hemû gelê Kurd hatiye birîn e û pergala darazê ya Tirkiyeyê ji bo tunekirina têkoşîna gelan û têkoşîna azadiyê pêk tê. Paula wiha anî ziman: “Bi aşkera tê dîtin ku pergala ceza tenê ji bo cezakirina muxalefet û gelê Kurd nîne ji bo tunekirina têkoşîna azadiyê û têkoşîna gelan jî heye. Ji ber vê yekane çareseriya pirsgirêkê azadiya Birêz Ocalan e. Pêkanînên li hember girtiyan li dijî rêgezên demokratîk in. Divê demildest Ocalan bê berdan. Divê saziyên navneteweyî  têkoşîna aştiyê ya gelên Tirkiyeyê guhdar bike.”