HDP’ê qetilkirina hevseroka Kantona Qamişlo şermezar kir

  • 19:19 20 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HDP’ê qetilkirina Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û kesên ligel wê şermezar kirin û banga hestiyariyê li hemû rayagiştî ya cîhanê kir.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qetilkirina hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cigira wê Lîman Şîwêş û ajokarê wê Firat Tûman yên di êrîşa SÎHA a Tirkiyeyê de jiyana xwe ji dest dan şermezar kir.
 
Di daxuyaniya ku li ser hesabê çapemeniya civakî hat weşandin de wiha hat gotin: “Em êrîşa bombeyi ya li hember hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, Lîma Derwêş û Firat Tûma pêk hatiye şermezar dikin. Bila ev sûîkasta k li ber çavê hemû cîhanê hatiye kirin bê sekinin. Di vê mijarê de em banga hestiyariyê li hemû rayagiştî ya cîhanê dikin.