Meclisa Kongra Star qetilkirina Yusra û Lîmayê şermezar kir

  • 17:10 20 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina Yusra Derwêş û Lîma Şiwêş şermezar kir û got: “Dewleta Tirk a  dijmaniya demokrasiyê û jinan dike. Ev dewleta faşîst ku para xwe ji mirovahî û demokrasiyê negirtiye, tehmûl nake ku pergaleke demokratîk bi pêşengiya jinan li herêmê pêş bikeve.”
 
Di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a li ser rêya Tirbespiyê-Qamişlo de Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wan Firat Tûma şehîd bûn. Di heman êrişê de hevserokê kantonê Gabî Şemûn jî birîndar bû.
 
Têkildarî mijarê Meclisa Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de meclisê got: 
 
“Ev demeke dirêje ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyî berdewam in û dest ji dijminahiya xwe ya li dijî gelên heremê bernade. Taybet kesên sîvîl dike armanca, di êrişên xwe de, ferq û cudahiyê naxe bixe nav de, li ciwan, pîr û kal, jin û zarokan dixe. 
 
Em hemû dizanin ku dewleta Tirk derveyî însanyetê tev digere û dijminahiya pergala demokratîk û jinan dike. Ev dewleta faşîst a ku para xwe ji mirovahî û demokrasiyê negirtiye, tehmûl nake ku pergalek demokratîk a bi pêşengiya jinan li pêş dikeve. Dewleta Tirk a dagirker li şûna pergala demokratîk hêzên tarî yên weke DAIŞ û tevgerên weke wê dixwaze.
 
Ev êrişa îro, rasthatina wê bi civîna Astanayê re ne ji xwe ye. Ev êriş encama hevkariya dewlata Tirk û Rûsyayê ye. Cardin piştî hilbijartinan zêdebûna êrişan siyaseta Erdogan e. Erdogan ê sondxwariyê dijminahiya Kurdan bike, berî hilbijartinê jî soz dabû wê êrişî Kurdan bike û wê di qirkirina gelê heremê û Kurdan de îsrar bike. Ji bo bigihe armanc û xeyalên xwe yên osmaniya nû tişta ji destê wî tê dike.
 
Lê mixabin tevî ev êriş li ber çavên tevahî cîhanê tên kirin jî lê ne NY, ne Yekitiya Ewropa, ne Koalisyona Navneteweyî, ne jî saziyên mafê mirovan deng xwe nakin û bi vê bêdengiya xwe jî hevkariya wan dikin. Ev gelê heremê yê ku bi salan e xwe li dijî zulm û zordariya terora DAÎŞ’ê parastiye, wê xwe li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk jî biparêz e. 
 
Îro jî danê sibê, dema hevala me Hevseroka Kantona Qamişlo Yusra Derwêş bi sê hevalên re diçû ser karê xwe, rastî êrişên dewleta Tirk a faşîst û dagirker hatin. Mixabin ew, cîgira xwe Lêman Şiwêş û  Firat Tûma şehîd bûn û hevserokê pêre Gabî Şemûn bi giranî birîndar bû. 
 
Em sersaxiyê ji malbat û hevalên wan re dixwazin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin û ji hevalê birîndar re şifayê dixwazin.
 
Divê em balê bikşînin ser vê yekê ku êrişên dewleta Tirk a faşîst û dagirker piranî li ser jinan e. Ev jî tirsa wî ya li hemberî fikir û felsefeya jina azad dide diyarkirin. 
 
Heval Lêman û Yusra Derwêş her du jî hevalên bi salan e di asta pêşeng û rêveberiyê de ji bo welat û civaka xwe bê hesab xizmet kirine. Ji bo jin bigihên nasnameya xwe ya azad û bi îrade, li ser piyên xwe bisekine, her tim di nava hewldanê de bûn.  Van hevalan di asta civakî, perwerde û karên akademîk de jî bûne xwedî hewldanekî mezin û mohra xwe li kar û xebatan xistine.
 
Bi êrişa li ser van hevalan re jî dijminahiya dewleta Tirk digihêje lûtkeyê. Berî niha jî sê hevalên me yên jin, li Helincê hatibûn qetilkirin, hevalên Zehra Berkel, Zeynep Saroxan, Hevrîn Xelef, Jiyan Tolhildan, Yadê Eqîde û bi sedan jinên din di encama êrişên dewleta Tirk a faşîst de şehîd bûn û ev jî ne ji xwe bere.
 
Lê em vê bêjin bi qasî ku ew dijminahiya xeta jina azad dike, em dê jî wekî hevrêyên van şehîdên bi rûmet, heta dawiyê di rêya wan de bimeşin û bibin şopdarên xeta şehîdên xwe.
 
Em vê êrişa hovane bi tundî şermezar dikin û em dibêjin ku em dê heta dawiyê di şopa şehîdên xwe de bin. Em bang dikin ku tevahî jin û civak xwedî li şehîdên xwe yên rûmetê û nirxên şoreşê derkevin.”