Hefteya Koçberiyê: Xwestin gel bê bîr bihêlin

  • 16:55 20 Hezîran 2023
  • Rojane
AMED – Di daxuyaniya Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê de ku ji ber Hefteya Koçberiyê ya Hezîranê hat dayîn, hat destnîşankirin ku bi dawîbûna pêvajoya çareseriyê ya di sala 2015'an de xwestin gel bê bîr bihêlin.
 
Komeleya Şopandin û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê têkildarî 14-21'ê Hezîranê Hefteya Koçberiyê ya li navçeya Sûr'ê ya Amedê li ber Mînareya Çar Ling a dîrokî daxuyanî da. Hevserok û berdevkên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya  Çep a Kesk a Amedê, Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Komeleyê Veysel Moray daxuyaniya çapemeniyê xwend.
 
'Gelê Kurd bi darê zorê hat koçberkirin'
 
Veysel bi bîr xist ku ji ber Qanûna Niştecihtiya bi darê zorê ya di 14'ê Hezîrana 1934'an de 14-21'ê Hezîranê  wek "Hefteya Koçberiyê" hat îlankirin û got, "Gelê Kurd ji ber valakirina gundan a di salên 1980’an de dest pê kir, ji bo ku cerdevaniyê qebûl nekir,  Koçberkirina bi darê zorê hat ferzkirin. Mêrg, bostan, çiya û daristaên ku xelkê herêmê pê debara xwe dikirin hemû li gel hatin qedexekirin û piştî wê jî koçberkirina bi zorê hat ferzkirin û ev gel kirin qurbana polîtîkayên dewletê." 
 
'Xwestin gel bê bîr bimîne'
 
Veysel diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê di sala 2015'an de bi dawî bû, li bajar û navçeyên Sûr, Cizîr, Nisêbîn, Farqîn, Şirnex gelek hilweşîn pêk hatin û di encamê de li gel koçberiya bi zorê hat ferzkirin. , “Cihên ku Kurd lê dijîn radestî  sermayeyê hatin kirin, xaniyên ku gel lê dijiya, tê xwestin careke din bi buhayê giran bifiroşin gel. Gelê herêmê ku ev yek qebûl nekir, neçar man ji bajarê xwe koç bikin. Gelê ku ji xizm û çanda xwe hat dûrxistin, ber bi xizaniya aborî û civakî ve hatin dafdan û bi van polîtîkayan xwestin gelê Kurd bê bîr bimîne.”
 
'Penaberî bûye qeyraneke cîhanî'
 
Veysel di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku muxalif û siyasetmedarên kurd ên li welêt dijîn ji ber polîtîkayên girtin û îşkenceyê yên desthilatdariya siyasî neçar man ku bibin penaber û wiha dewam kir: “Krîz bi xwe re koçberiyê tînin. Mînaka vê yekê me herî dawî li Wargeha Mexmûrê dît ku di sala 1998’an de ji aliyê Kurdên ku piraniya wan ji Şirnex û Colemêrgê koçber bûne, di salên 1990’î de gundên wan hatin şewitandin û di bin zextên dewletê de bûn, hat avakirin. Ev wargehê ji sala ku hatiye damezrandin heta niha êrîş lê tê kirin.”
 
'Binpêkirinên mafan'
 
Veysel, bal kişand ku polîtîkayên hedefgirtin û biçûkxistinê yên li ser penaberan di demên dawî de zêde bûne û got, “Koçberiya bi darê zorê û penaberî pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e, her çend li ku derê cîhanê lê be jî binpêkirina mafên mirovan e. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku li hemberî van binpêkirinên dewlet û sermayeyê tên kirin hestiyar bin.”