Kongra Star li hemberî êrişan banga têkoşînê kir

  • 16:30 20 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star êrişên dewleta Tirk şermezar kir û banga xurtkirina têkoşînê kir.
 
Bi dehan endamên Kongra Star, jinên li navend û saziyên sivîl kar dikin, li ber avahiya Kongara Star a taxa Nasira ya bajarê Hesekê kom bûn û daxuyaniyek da. Endama Rêveber a Kongra Satr Helebce Ebdo daxuyanî xwend.
 
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin, piştî hilbijartinên sexte yên serokkomariya Tirkiyeyê Erdogan siyasetên xwe yên qirêj ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetir kirin.
 
Di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî ya sûcên dewleta Tirk a dagirker jî hatin şermezarkirin û hate gotin, armanc ji êrişan koçberkirina welatiyan û têkbirina ewlehiya herêmê ye.
 
Di dewama daxuyaniyê de hevgirtina gelên herêmê hate destnşankirin û wiha hate gotin: "Bi berxwedanê em ê li hemberî tevahî êrişên li ser herêmê bisekinin û em têkoşînê geş bikin heta ku komployên navneteweyî yên li dijî gelên herêmê têk bibin."
 
Meclisa Kongra Star a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Bi dehan endamên saziyên sivîl ên navçeyê amade bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê Rexed El Hisên ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya li hemberî êrişan hatin şermezarkirin. Her wiha li dijî van êrişan banga hevgirtinê li pêkhateyên herêmê hate kirin.