Malbatên girtiyan serî li OHD’ê dan

  • 15:07 20 Hezîran 2023
  • Rojane
 
AMED - Malbatên Girtiyan li dijî pêkanînên keyfî, binpêkirinên mafan û zextan ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê serî li OHD’ê dan. 
 
Malbatên 12 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê tên ragirtin, têkildarî binpêkirinên mafan ên zêde dibin û mexdûriyeta di rojên hevdîtinê de dijîn serî li Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê dan. Malbatên ku malbata yek rojnamevanan Mehmet Şahîn ê di çarçoveya lêpirsîneke têkildarî rojnamevanan a li Amedê de di 8’ê hezîrana 2022’yan de hate binçavkirin û di 16’ê hezîrana 2022’yan de hate girtin di nav de pêkanînên keyfî yên girtîgehan ragihandin. 
 
Malbatan diyar kirin ku xwarinên girtîgehê nebaş in, av bi kotayê tê dayîn û da zanîn ku pêdiviyên girtiyan esas nayên girtin. Malbatan bi lêv kirin ku di lêgerînên qawişan de malzemeyên ji kantînê tên wergirtin ji aliyê gardiyanan ve tên desteserkirin û diyar kirin ku girtî di sewqkirina nexweşxaneyan de rastî ferzkirina lêgerîna tazî tên. Malbatan da zanîn ku di hevdîtinên vekirî de tevî ku di cîhazê X-rayê de derbas dibin jî bi gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin û anîn ziman ku bi lêgerîneke hûrgilî re rûbirû dimînin. 
 
OHD’ê diyar kir ku têkildarî serlêdanan wê ji bo bi rayedarên girtîgehê û girtiyan re hevdîtinê bikin biçin girtîgehê.