‘Doza Çapemeniyê ya KCK’ê hat taloqkirin

  • 14:16 20 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” ku 46 kes jê tên darizandin, taloq bû. 
 
Danişîna 28’emîn a doza ku rojnamevan û xebatkarên medyayê ji di nav de 46 kes jê tên darizandin û di raya giştî de wek “Doza Çapemeniyê ya KCK’ê” tê nasîn, li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin. Hin parêzerên rojnamevana di danişînê de amade bûn û hin parêzeran jî mazeret nîşan da û tevli nebûn. 
 
Ji ber şandeya dadgehê guherî bû zabitên berê hat xwendin û diyar kir ku fermana girtina derbarê rojnamevan Îsmet Kayhan ku hatiye dayîn nehatiye înfazkirin. 
 
Dozger û parêzeran xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. 
 
Şandeya dadgehê biryar da ku fermana girtina derbarê Îsmet Kayhan de berdewam bike û danişînê taloqî 3’yê cotmehê kir.