Xaniyên li ber hilweşînê bûne qada lîstika zarokan

  • 09:06 20 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Şehriban Aslan
 
 AMED - Xaniyên ku li Amedê di erdhejê de zêde xisar dîtine hîna nehatine hilweşandin û binê van agahiyên li ber hilweşînê ji bo zarokan veguheriye qada lîstikê. Hevseroka TMMOB'ê ya Şahxa Amedê Selma Aslan, derbarê xeteriya van xaniyan de nirxandin kir. 
 
Di ser erdheja Mereşê ya ku di 6'ê sibatê de pêk hat û li 11 bajaran bandor kiribû re zêdeyî 4 meh derbas bûn. Li gorî hamarên fermî li 11 bajaran ziyan û wêraniyên mezin çêbûne, zêdetirî 50 hezar kes jî jiyana xwe ji dest dane û bi sed hezaran kes jî birîndar bûne. Li Amedê xemsariya dewletê ya li hemberî pirsgirêkên erdhejê dewam dike û pirsgirêkên ji ber erdhejê nayên çareserkirin. Welatiyên ku malên wan ji erdhejê bi bandor bûn û li cihên ji aliyê dewletê ve hatine diyarkirin dimînin, li dijî neçareserkirina pirsgirêkên xwe yên xaniyan e. Ji aliyê din ve hê jî avahiyên ku xisara giran li wan bûye û ev xisar hatiye tespîtkirin jî hîna nehatine hilweşandin. Ev xaniyên bi xisar ne li dora wan tu ewlehî hatiye girtin û ne  jî tên hilweşandin. Ev jî bi xeteriyek mezine ji bo derdorê.   
 
Li navçeyên Amedê Rezan, Peyas, Yenîşehîr û Sûrê yên Amedê nêzî 80 avahî hê jî nehatine hilweşandin û li derdora wan jî tedbîrên ewlehiyê nayên girtin. Li hêla Girtîgehê û taxa Batikentê ya Rezanê ku xaniyên gelek bi xisar û hatine valakirin hene, tê dîtin ku li derdora wan bandek ewlehiyê jî nehatiye gerandin. Di ber wan avahiyan re maşîneyên nava bajêr diçin û tên û binê van agahiyên bi xeter jî bûye qada lîstikê ya zarokan.
 
Hevseroka Yekîtiya Odeya Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Şaxa Amedê Selma Aslan, der barê avahiyên ku heta niha nehatine hilweşandin, ziyaneke mezin dîtine û xetereya derketiye holê de nirxandin kikr. 
 
'Ji bo avahiyên ku divê bên hilweşandin tedbîr negirtine'
 
Selmayê li ser rewşa avahiyên Amedê yên ku xesareke mezin dîtine diyar kir ku cihên ku divê bên hilweşandin hê jî nehatine hilweşandin. Selmayê bi bîr xist ku raporên nirxandina ziyanan ji aliyê Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Veguhestina Bajarê ve tên amadekirin û got, “Tevî ku bandêên hatine gerandin wek tedbîrek ewlehiyê tên dîtin jî ji welatiyan re hêsan e ku wan bandan biqetînin. Me ji Saziya Hawîrdor û Bajarvaniyê re jî nivîsî lê tu bersivî hîna nehatiye." 
 
'Rewşa xisara avahiyan hat guhertin'
 
Selmayê diyar kir ku rapor her carê encamên cuda didin û wiha got: “Piştî tespîtên ewil hatin kirin heyama ragirtinê derket. Piştî pêvajoya sekinandinê îtîraz hatin kirin. Piştî îtîrazê di nirxandina xesarê de dîsa cudahî derket. Mînak, piraniya xaniyên ku weke nîve nîv bi xisar hatibûn tespîtkirin,  wekî ku xesreke giran dîtine hatin raporkirin. Li gorî agahiyên ku me ji Midûriyeta Bajarvanî û Hawirdorê ya Bajêr girtine, em dikarin bibêjin ku ji sedî li 30’ê avahiyan rewşa xesarê guheriye. Di nirxandinên yekem ên xesarê de, li dora 80 avahiyên ku werin hilweşandin hene. Piştî pêvajoyên îtirazê, rewşa xisarên li avahiyan gav guherî. Ji ber ku tespîtên ewil bi lez û bez hatin kirin û yên ku tesbît kirin jî ne serwextên mijarê bûn."
 
Ji bo avahiyên nehatine hilweşandin hişyarî
 
Selmayê destnîşan kir ku pirsgirêka sereke ew e ku avahiyê di serî de xesar dîtine, neyên hilweşandin û xeternak in. Selmayê rewşa heyî wekî bêberpirsiyarî bi nav kir û ev tişt got, “Li kêleka avahiyên ku gelek xesar dîtine, herikîna trafîkê heye û bazar tên avakirin. Herwiha mirov jî di bin van agahiyên xernak re derbas dibin. Ji ber vê yekê divê tedbîrên ewlehiyê yên lezgîn bên girtin. Divê ev rewşa xeternak ji holê bê rakirin.”
 
'Divê di dema hilweşandinê deewrê tozê çênebe!'
 
Selmayê bal kişand ser xeteriya dema hilweşandina avahiyan jî û wiha got: “Di dema hilweşandina avahiyên bi xesar de  li Amedê de divê avdanî bê kirin ji bo ku ewrên tozê pêk neyên. Ji ber ku di avahiyan de gelek cureyên madeyên xeternak hene û ji bo tendirustiya mirovan xeriya wan zêde ye. Ji bo ku di dema hilweşandinê de zerar neyê dîtin divê herî kêm mirov 50 metre ji cihê hilweşînê dûr bin."
 
'Divê demildest avahiyên bi xisar bên hilweşandin'
 
Derbarê çareserkirina pirsgirêkên piştî erdhejê derketine, Selmayê wiha got: “Dikarim bibêjim ku divê bi lez ew avahiyên ku ziyaneke mezin dîtine bên hilweşandin û di zûtirîn dem de pirsgirêkên xaniyan bên çareserkirin. Di roja ewil a erdhejê de Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Murat Kurum daxuyanî da û got, 'Hemû avahiyên ku kêm jî be xesar dîtine wê bên hilweşandin.' Lê li gor soza xwe tevnegeriya.Ji Midûriyetên Jîngeh û Bajarvaniyê yên Bajaran re ji bo performansê talîmat hatin dayîn. Dîsa ji muduyetên bajaran re giştînameyek piştî ku rewşa avahiyan diyar bû wê bên hilweşandin an neyên hilweşnadin hatiye şandin. Lê di vî warî de jî tu agahiyek zelal tune ye. Divê demildest pirsgirêkên welatiyan ku mexdûr bûne bûne bên çareserkirin Ji bo ku pirsgirêk bên çareserkirin jî divê rêyên ku mirov bişopîne bên zanînDivê mirov riyên ku bişopînin zanibin da ku di çareserkirina pirsgirêkan de zû tevbigerin.”