Li Kurdistanê zarok bi wesayitên zirxî tên kuştin

  • 09:04 20 Hezîran 2023
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekin 
 
STENBOL - Endama Komîsyona Mafên Zarokan a OHD'ê Yasemin Soydan û Berdevka Meclîsa Mafên Zarokan a TOP'ê Hatice Goz têkildarî polîtîkayên kuştina bi wesayitên zirxî ya zarokên kurd axivîn. Jinan dan zanîn ku divê ev mijar li qada navneteweyî bê ziman û wiha gotin:"Ev encama mezinkirina şer e."
 
Polîtîkayên şer ên îktidara AKP-MHP'ê yên dijî gelan her diçe kûrtir dibin. Yek ji berdewamiya vî şerî asîmîlekirin û kuştina bi wesayitên zirxî yên zarokên kurd in. Li daneyên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di nava 15 salan de li Kurdistanê 82 bûyerên wesayitên zirxî rû dan. Bi vê re 21 zarokan hatine kuştin û 23 zaroka jî birîndar bûne. Bi van daneyan jî em dibînin ku dewleta zarokên kurdan wekî talûkeyekê dibînin. 
 
Endama Komîsyona Mafên Zarokan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Yasemin Soydan û Berdevka Meclîsa Mafên Zarokan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Hatice Goz, têkildarî polîtîkayên dewletê yên qetilkirina zarokên kurd axivîn. 
 
Daneyên mirinên zarokan 
 
Yasemin da zanîn wan wekî navenda hafizayê di 2021'ê de xebata "Ger nehatibana kuştin wê biban hevalên me" dane meşandin û got:"Li gor daneyên vê xebatê di navbera salên 2000 û 2021'ê de 385 zarok hatine qetilkirin û 850 zarok birîndar bûne. Zarokan dema pez çêrandine, li parkê lîstene, li kuçeyê meşiyane, wekî Mîraç dema çûne nan girtine hatine kuştin. Me derxist holê ku zarok çawa li qada xwe ya xwezayî hatine qetilkirin. Di sala 2000'î de zarok bi teqemeniyên bê xwedî hatine qetilkirin. Di navbera 2015-2017'an de bi çekê zarokan hatine kuştin her wiha bi wesayitên zirxî. Di nava van salan de mirinên zarokan ên bi vî rengî zêde bûne." 
 
Polîtîkayên bêcezahiştinê
 
Yaseminê bi lêv kir ku dewlet di bin navê polîtîkayên "ewlehiyê" de zarokan dikuje û wiha got:"Ev yek peymanên navneteweyî jî binpê dike. Dewlet di polîtîkayên xwe de israr dike û tabloyeke wiha derdikeve. Kuştina bi wesayitên zirxî divê wekî kuştineke normal a bi wesayitên normal neyê dîtin. Li gor peyman û hiqûqa neteweyî divê wesayitên zirxî tevlî jiyana rojane nebin. Divê hiqûq tenê li ser kesên bi wesayitên zirxî zarok qetil kirine nesekine. Yên li dûr vê jî hene. Polîtîkayên bêcezahiştinê jî li vir dikevin meriyetê. Wesayitên zirxî li Kurdistanê qadên lîstinê yên zarokan vediguherîne qadên şer."
 
'Em wekî OHD'ê derbarê zarokan de xebatan dikin'
 
Yaseminê bi lêv kir ku divê hiqûqnas tiştên tên jiyîn li qada navneteweyî bînin ziman û wiha got:"Wesayitên zirxî tenê bi awayê fîzîkî zirarê nade zarokan di heman demê de jî wekî rihî jî zirarê dide. Zarok her tim di talûkeyê de ne. Divê hiqûqnas tiştên tên jiyîn li qada navneteweyî bînin ziman. Em wekî OHD'ê derbarê zarokan de xebatan dikin û divê têkoşîn bê mezinkirin. "
 
'Encama şerê tê mezinkirin e'
 
Hatice Goz diyar kir ku komkujiyên ji ber wesayitên zirxî bi taybet li Kurdistanê çêdibin û wiha got:"Ev ne qeza ye ev encamên polîtîkayên şer in. Ji ber di warê neçareserkirina meseleya kurd de tê israrkirin loma jî zarok tên kuştin. Ev encama mezinkirina şer e. Nêrîneke cuda ya îktidarê ya li hemberî zarokan heye. Dema mijar zarokên kurd bin polîtîkayên tunekirinê dikeve meriyetê. Li vir neqebûlkirina daxwazên gelekî yên demokratîk heye. Dewleta tirk li ser dirûşma 'milletek, alek, dewletek' ava bûye. Loma jî kesên li derveyî vê yekperestiyê ye tên tunekirin. Makîneyên xwe yên kuştinê di nava mirovan de bi awayekî lezgîn diajon. Ev tê wateya berdewamkirina polîtîkayên şer."
 
'Ger têkoşîn neyê kirin wê demê mirin bi dawî nabe' 
 
Yaseminê da zanîn piştî hilbijartinê jî polîtîkayên şer berfireh bûn û got:"Ger em li dijî vêya têkoşînê nekin wê encam neguhere. Me di pêvajoya erdhejê de dît ku çawa gel dikare bê ba hevdu. Divê em ji raya giştî re eşkere bikin ku tiştên diqewimin ne qeza polîtîkayên dewletê ne. Ger têkoşîn neyê kirin wê demê mirin bi dawî nabe."