ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 20 Hezîran 2023
  • Rojev
 
*Rêvebera KASED’ê Devrîm Demîr, bal kişand ser kar û barê xebatên komeleyê û diyar kir ku bi dirûşma “Îjar jî ji vir de lê binêre” ji bo jinên li Rêzanê dijîn dest bi projeyeke nû dikin û got: “Ji bo têkiliyeke xurt a civakî projeyek bi vî rengî li pêş xistine. Em dixwazin tekiliya jinan bi hunerê xurt bibe û guhertinekî pêk bînin." BI DÎMEN
 
* Endama Komîsyona Mafên Zarokan a OHD'ê Yasemin Soydan û Berdevka Meclîsa Mafên Zarokan a TOP'ê Hatice Goz têkildarî polîtîkayên kuştina bi wesayitên zirxî ya zarokên kurd axivîn. Jinan dan zanîn ku divê ev mijar li qada navneteweyî bê ziman û wiha gotin:"Ev encama mezinkirina şer e." BI DÎMEN
 
*Xaniyên ku li Amedê di erdhejê de zêde xisar dîtine hîna nehatine hilweşandin û binê van agahiyên li ber hilweşînê ji bo zarokan veguheriye qada lîstikê. Hevseroka TMMOB'ê ya Şahxa Amedê Selma Aslan, derbarê xeteriya van xaniyan de nirxandin kir. DÎMEN HEYE
 
*Jinan û mêrên ku li tevlî perwerdeya Jineolojiyê bûne bal kişandin ser girîngî û guhertina zanista Jineolojiyê û wiha gotin:"Em dixwazin bi riya perwerdeyên xwe parvekirinekê bikin. Her wiha kûrahiya di hiş de bidin çêkirin, da ku em ji van pirsgirêkan xelas bibin. Me xwest em perwerdeyek wiha bidin da ku mêr jî xwe di zanista civakê de berpirsiyar bibînin." BI DÎMEN
 
*Têkildarî 100 kesî ku tevlî çalakiya 1'ê Îlona 2022’yan bûn doz hat vekirin. Di nav de seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan jî heye. Dîlek doza ku hatî vekirin wek şerma hiqûqê pênase kir û banga tevlîbûna dozê li jinan kir û got: "Divê bê zanin ku tu carî dev jî gotina jin jiyan azadiyê bernadin." BI DÎMEN 
 
* Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel da zanîn ku Tifaqa Ked û Azadiyê wek tifaqek têkoşînê xwe rêxistin kiriye lê piştî hilbijartin ketiye rojeva Tirkiyeyê tifaq veguheriye tifaqa hilbijartinê. Sebahatê daxuyakirin ku divê HDP\Partiya Çep a Kesk ji nûve li dora rêgezên damezrandina HDK û HDP’ê xwe rêxistin bike û tê dîtin ku paradîgma netewa demokratîk baş nehatiye fêmkirin. 
 
*Ji bo rûniştina sibehê ya Şadiye Manap a ku hîn ji girtîgehê derneketibû dîsa hat binçavkirin malbata wê banga hestiyariyê kir û got:"Bi temamî ev tiştekî bêhiqûqî ye û bi hestên tolhildanê tev geriyan. Em hêvî dikin mirov bêtir hestiyar tev bigerin."