Mêrê ku Bîlge Kose qetil kir hat binçavkirin

  • 11:06 19 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
DÎLOK - Mertcan Kose ê ku jina bi navê Bîlge Kose ku di qonaxa hevberdanê de bûn û bavê wê Ertûgrul Kaya qetil kir, piştî bi du rojan hat binçavkirin. 
 
Jina bi navê Bîlge Kose û bavê xwe Ertugrul Kaya dema di 16’ê hezîranê de li Taxa Atakent a navçeya Şehîtkamîl a Dîlokê ji Edliyeya Dîlokê derdiketin, ji hêla Mertcan Kose ve hatibûn şopandin. Bîlge Kose û Mertcan Kose di qonaxa hevberdanê de bûn. 
 
Mertcan Kose yê ku wesayîta jin û bavê xwe tê de bûn şopand, demek piştre pêşiya wesayîta wan girt û Bîlge Kose û bavê wê Ertugrul Kose qetil kirin. Kujer piştî êrişê jî ji cihê bûyerê reviyabû. Mertcan Kose, yê kujer duh di saetên şevê de hate binçavkirin.