ROJEVA 19'Ê HEZRANA 2023'YAN

  • 09:00 19 Hezîran 2023
  • Rojev
 
*Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê Berîvan Kutlu ku qeyûm tayînî şûna wê hat kirin bal kişand ser qirkirina sîyasî ya li Botanê û destnîşan kir ku desthîlatdar dixwazin ji gelê Botanê tola hilbijartinê hilînin. DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kir ku desthilatdarî di çarçoveya guherîna destura binghîn de, qanûna hejmar 6284 û gelek mafên din yên jinan dike bin xetereyê û diyar kirin ku divê ji her alî jin bi hev re têbikoşin. DÎMEN HEYE
 
*Rexneyên piştî hilbijartinan hatin kirin, nirxandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya ji bo HDP’ê carek din anî rojevê. Abdullah Ocalan diyar dike ku HDP ‘Partiya Demokratîk a Sosyalîst e’ û wiha dibêje: “HDP tevgereke ekolojist, demokratîk û femînîst e. Niha hewl didin HDP’ê bifetisînin. Divê hun rêxistinbûna rast, kontrola rast bikin. Ev kar û bar bi têkiliyên ahbap çawişiyê nikare bimeşin.”
 
*-Jin û zarokên li welatên xwe ji ber şerên tên jiyîn koçber dibin, li cihên bi cih dibin jî bi tundî, xizanî, tundiya psîklolojîk û zayendî re tên rû hev.
 
*Jinan bertek nîşanî êrîşa dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herî dawî jî ya li ser nexweşxaneya Til Rifet dan û ji saziyên navneteweyî xwestin ku xwedî helwest bin û diyar kirin ku heta vegerin ser axa xwe Efrînê wê berxwedana wan bidome. DÎMEN HEYE