Ciwanan tecrîd şermezar kir

  • 16:52 18 Hezîran 2023
  • Rojane
 
RIHA - Ciwanan li Rihayê ji bo balê bikişînin ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser dîwaran nivîs nivîsandin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li ser dîwaran nivîs nivîsandin. Di vê çarçoveyê de ciwanan li gelek kolanên navçeya navendî Halîliyeyê nivîsên weke “Bibe dengê zindanan”, “Bila deriyên Îmraliyê bên vekirin”, “Ji tecrîdê re na” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne”  nivîsandin.