Ciwan li dijî êrîşan meşiyan

  • 16:49 18 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Jin li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşiyan.
 
Bertekên li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên di rojên dawî de zêde bûne, dewam dikin. Li navçeya Dirbesiyê ya Kantona Hesekê Yekîtiya Jinên Ciwan bi armanca bertekên li dijî êrîşên dewleta Tirk meşek li dar xist. Di meşê de posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Yekîtiya Jinên Ciwan hatin hilgirtin.
 
Girîngiya li ser parastina rewa
 
Girseya ku ji ber navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger meşiya heta ketina navçeyê bi pêş ve çû. Li vir endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Dirbesiyê Diyana Ebdullah daxuyanî da. Di daxuyaniyê de peyama, "Ji êrîşên dijmin netirsin û bi xweparastinê bersiv bidin" hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku jinên ciwan wê li hemberî êrîşan serî netewînin.
 
Daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana gelan” bi dawî bû.