TEV-DEM'ê êrişa li ser Nexweşxaneya Til Rifetê şermezar kir

  • 12:54 18 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TEV-DEM'ê êrîşa li ser Nexweşxaneya Til Rihetê şermezar kir û got, " Bombebarankirina Nexweşxaneya Til Rifetê komkujiyeke nû ye em bang li tevahî gelê herêmê dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana koçberên Efrînê yên li Şehbayê."
 
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî êrişa hewayî ya dewleta Tirk li ser Nexweşxaneya Til Rifetê daxuyaniyek da û daxuyand ku dewleta Tirk bi zêdekirina êrişên xwe armanc dike ku nehêle darizandina çeteyên DAIŞ'ê bi ser bikeve.
 
Berdewamiya daxuyaniyê wiha ye:
 
"Bi ragihandina beyannameya çareserkirina aloziya Sûriyeyê ya ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û avakirina dadgehekê ji bo darizandina çeteyên DAIŞ'ê yên li girîtgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  re, dewleta Tirk êrişên xwe yên asîmanî li ser tevahî erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwar kirin.
 
Dewleta Tirk li herêmê gelek erebe û navendên li seranserî sînor kirin hedef. Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyayê ya li hemberî van êrişan jî  bi serkêşiya Amerîkayê naxwazin destwerdanê bikin an jî tu helwesteke exlaqî nîşan bidin. Bi wê re eşkere dibe ku her du aliyan li hev kirine ku Tirkiye ya ku Kurd, Ereb û tevahî pêkhateyan herêmê qetil dike, aciz nekin. Sedema bê bêdengiyê ew e ku her du alî berjewendiyên xwe yên siyasî esas digirin  û guh nadin berjewendiyên gelan."
 
Rûsya û Şamê bêdeng dimînin
 
Di vê demê de rewşeke bêistiqrar li Şehbayê heye. Sedema vê rewşê şerê ku dewleta Tir û komên girêdayî wê li ser herêmê didomînin. Êrişên ketober û balafirên şer ên Tirkiyeyê qada di bin serweriya hêzên Rûsyayê yên li herêmê bi cih bûne û hêzên hikumeta Şamê bin pê dike. Lê Rûsya û Şamê li hemberî êrişên faşîzmane yên dewleta Tirk helwesteke zelal nîşan nadin.
 
Dewletên Koma Atanayê Şehba kirine hedef
 
Lîstikên lihevkirinên dewletên koma Astanayê lîstikeke binkeftî û nehevseng e. Dewletên koma Astanayê herêma Şehbayê kirine qada nakokî û şeran. Di encamê êrişên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker gelek welatî dibin qurban. Armanca ji van êrişan şikandina îradeya gelê me û koçberên Efrînê ye.
 
Êrîşa li ser Nexweşxaneyê sûc e
 
Bombebarana hovane ya dewleta Tirk a li dijî Nexweşxaneya Til Rifetê sûc û komkujiyeke nû ye. Armanc jê ew e ku jiyana bi hezaran nexweşan tune bike, destekê ji ser wan qut bike û wan neçarî koçberiyê bike. Ev nexweşxaneya yekane ye ku ruxmî êrişên rojane yên dewleta Tirk û komên girêdayî wê û ruxmî ambargoya ku hikumeta Şamê ferz kiriye, xizmeta nexweşan dike û rewşên lezgîn bi roj û bi şev pêşwazî dike ye. Ji ber bombebaranê nexweşxaneyê zerar dît û karê nexweşxaneyê rawestiya. Êrîş gefan li jiyana bi hezaran malbatên Kurd û Ereban ên li herêmê ne dixwe.
 
Ji bo darizandina çeteyan asteng bike êrîş dike
 
Berxwedana gelê li Şehba û Efrîna dagirkirî roj bi roj zêde dibe, vîn û îsrara ji bo berxwedanê û nîşandana helwestên nîştimanî yên  girêdayî nirx û pransîban jî zêde dibe. Ji ber vê yekê  jî delweta êrişên xwe li ser tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh dike da ku li ewlehî û îstîqrarê herêmê têk bibe û nehêle darizandina terorîstên DAIŞ'ê bi ser bikeve.  Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên wê yên têkildarî mafên mirovan û Xaça Sor a navneteweyî berpirsên van êrişan e û  bêdengiya wan a li hemberî sûcên dewleta Tirk rê li ber karesateke rasteqîn vedike.
 
Piştgiriyê bidin berxwedanê
 
Em bang li gelê xwe yê Kurd û tevahê gelê herêmê dikin ku piştgiriyê bidin berxwedana niştecih û koçberên Efrînê yên li Şehbayê ya li dijî siyasetên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk. Eşkere ye ku dewleta Tirk tolê jî îradeya tevahî gelan hiltîne, ji ber vê yekê divê em li her cihî asta berxwedan û têkoşînê xurt bikin. Ji bo gelên azad, hevgirtin fikr û çanda herî mezin a serketî ye."