Nobeda Edaletê: Dê têkoşîna me bidome

  • 12:19 18 Hezîran 2023
  • Rojane
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku Nobea Edaletê di roja 818'an de didomînin gotin, "Têkoşîna me heta ku edalet bê bicihanîn dê bidome."
 
Malbata Şenyaşar ku 14’ê Hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûs a Rihayê xizmên wan ji aliyê parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê ku dane destpêkirin, didomînin. Nobeta Edaletê 9’ê Adara 2021’an hatibû destpêkirin.
 
Ji ber ku roja Şemiyê edliye girtî ye, malbata Şenyaşar li mala xwe ya li Pirsûsê çalakiya xwe domande. Çalakî di roja 818’an de ye.
 
Malbatê li ser hesabê medyaya dîjîtal bang li Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç kir û got: “Ji bo zilm, derew û bêbextî bi dawî bibe têkoşîna me wê bidome! Divê Wezîrê Edaletê yê Nû bikeve tevgerê.”