Li Mexmûrê şehîd Sema, Gulan û Leyla hatin bîranîn

  • 09:31 18 Hezîran 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Sema Yuce, Gulan û Leyla Agirî hatin bîranîn.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) duh bi şev şehîdên jin yên meha Hezîranê, Sema Yuce, Gulan û Leyla Agirî hatin bîranîn. Bi kombûna xelkên wargehê yên li Saziya Malbatên Şehîdan bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî şehîdên tevgera azadiya Kurdistanê dest pê kir. 
 
Piştî rêzgirtinê têkildarî têkoşîna Şehîd Sema Yuce axaftinek ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat kirin. 
 
Fadîleyê di destpêka axaftina xwe de, di kesayeta şehîdên meha Hezîranê de hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got: “Her lehenge û her jina ku pêşengtî ji şoreşa me re kirî ya ku xwe bi fikir û ramanê Rêber Apo pêçayî wekî Sema Yuce ku em dikarin bêjin keça leheng a ji çiyayê Agiriyê ye, bi serhildana Agiriyê ji xewa giran şiyar bûye. Sema Yuce li hemberî kiryarên dewletê yên ku komkujiyê li ser gelê Kurd pêktîne qebûl nake û li hemberî vê dikeve nava lêgerîn û lêkolînan. Ligel ku naskirin û lêgerîna wê herî zêde di aliyê xwendevantiyê çêbibû jî lê wek naskirina rêxistinî û tevlîbûna wê ya di nava rêxistinê de herî zêde di sala 1991’an de çêbûye. Sema Yuce xwendina xwe ya seretayî li gund diqedîne, lê xwendina xwe ya bilind temam nake, ji ber ku lêgerînên wê yên naskirina Rêber Apo û azadiyê zêdetir bûn.
 
Dema Zekiye Alkan ji bo 21’ê Adarê agir berdide bedena xwe, wê demê Sema Yuce tevlî torena cenazeyê wê dibe û bi şehadeta Zekiye gelek bandor dibe. Di heman salê de ango di 91’an de hem naskirina wê ya heval Zekiye Alkan çêbû û hem jî bû şahidê wê bûyerê. Her ku çû lêkolînên wê kûrtir dibûn li ser vê yekê biryara telîbûna nava rêxistinê dide. Ji bo şehîdan mirov çiqas bêje jî wê têrê neke û wê kêm bibimîne, ji bo wê jî encex em dikarin soza şopandina rêya wan bidin.”
 
Piştî axaftina Fadîle Tok, sînevîzyonek li ser jiyan û têkoşîna Sema Yuce, Leyla Agirî û Gulan ku hatibû amadekirin hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.