Berteka li dijî êrişan: Bila dewleta tirk ji ser axa me vekişe

  • 09:04 18 Hezîran 2023
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên li Şehbayê li dijî êrişên dewleta tirk û dorpêçkirina Şehbayê ya ji aliyê Hukumeta Şamê ve bertekên xwe nîşan dan û gotin:"Şehba bi xwîna keç û xortên me ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Em dev ji vê axê bernadin. Heta em venegerin ser axa welatê xwe Efrînê, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
Dewleta tirk êrîşên xwe yên bi çekên giran û balafiran bi ser welatiyên Efrîn û Şehbayê de dide berdewamkirin. Welatiyên li herêma Efrînê di bin şert û mercên herî giran de li ber xwe didin. Hêviya wan ew e ku vegerin Efrînê. Hem dewleta tirk êriş dike hem jî ji aliyê Hukumeta Şamê ve Şehba tê dorpêçkirin. Li dijî êriş û ambargoyê têkoşîna welatiyên li Şehbayê dewam dike. Li dijî êrişan jinên li Şehbayê bertek nîşan dan û peyama berdewaniya têkoşînê dan. 
 
'Bila dewleta tirk ji ser axa me vekişe'
 
Zeyneb Husên a ku yek ji koçberên Efrînê ye wiha berteka xwe nîşan da û got:"Em weke koçberên Efrînê ev bû 5 sal in li ser axa xwe li ber xwe didin. Hukumeta Şamê me dorpêç kiriye. Ji aliyekî jî Tirkiye êriş dike. Li dijî êrişên dewleta tirk a dagirker dinya bêdeng e. Ma qey wijdan tune ye? Dewleta tirk bi hemû dewletan re bûye yek. Em wan tevan şermezar dikin. Bila dewleta tirk ji ser axa me vekişe."
 
'Efrîn a me ye, ne ya dagirkeran e'
 
Henîfa Hemdoş jî ji ajansa me re axivî û wiha anî ziman:"Em ji ber vê rewşa êrîş û şerê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve berdewam dike nexweş ketine, zarokên me tên kuştin. Lê belê em li vir li berxwe didin. Ji bo vegera bi rûmet a li ser axa me, axa Efrînê têkoşîna me dewam dike. Efrîn a me ye, ne ya dagirkeran e. Li dijî dewleta tirk a dagirker û çeteyan em li pişt xort û keçên xwe ne."
 
'Em gavên xwe bi şûnde nakşînin'
 
Li ser heman mijarê Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Efrîn-Şehbayê Emel Qehreman ji ajansa me re axivî û wiha got:" Armanca dewleta tirk hedefgirtina gelê me yê li Şehbayê ye. Dixwazin metirsiyekê bixin nava dilê welatiyan û careke din wan koçber bike. Lê em weke jin û gelê kurd teslîmîyetê napejirînin û gavên xwe bi şûnde nakşînin."
 
'Em daxwaz dikin li hember êrîşan bendek were dayîn
 
Emelê di berdewamiya axaftina xwe de bertek nîşanî êrişan da û wiha anî ziman:"Banga me ji hemû dewlet û rêxistinên mirovî re heye ku li hember kiryarên dewleta tirk bêdeng nemînin. Em îro xwe bi xwe axa xwe bi rê ve dibin. Ev yek jî ji bo dewleta tirk bûye metirsî. Ma çima ev hemû rêxistin, dewlet û saziyên mafên mirovon bêdeng mane? Em daxwaz dikin ku li hember van êrîş û kiryaran bendek were dayîn. Ji ber ku ev hemî kiryar û êrîş karekî bê sinc e û pêwîst e hesabê wê were dayîn."
 
'Pêwîst e berxwedana me berdewam be'
 
Emelê di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir û wiha got:"Pêwîst e berxwedana me berdewam be, ji ber dewleta tirk bi hemû şerên xwe ya bi çekan û bi şerê xwe yê sar dixwaze gelê me binpê bike, biçewisîne. Em jî tu car dest ji axa xwe, bernadin. Em dest ji zarokên xwe jî bernadin û em li pişta wan in."