ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 18 Hezîran 2023
  • Rojev
*Jinên li Şehbayê li dijî êrişên dewleta tirk û dorpêçkirina Şehbayê ya ji aliyê Hukumeta Şamê ve bertekên xwe nîşan dan û gotin:"Şehba bi xwîna keç û xortên me ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Em dev ji vê axê bernadin. Heta em venegerin ser axa welatê xwe Efrînê, em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin." DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Altamîra Ana Guelbenzu tevlî konferansa PE'yê bû û balkişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku divê CTP û saziyên navneteweyî bikevin tevgerê û got: “Ji bo çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê azadiya Ocalan ferz e. Heta pirsgirêka kurd çareser nebe, ne pêkane Tirikye bikeve YE’yê.” BI DÎMEN 
 
* Yek ji nexweşiyên ku kêm tê dîtin Miyastenîa Gravîs ger ku rast bê teşîskirin û dermankirin kalîteya jiyanê zêde dike û dibe sedema dirêjbûna temen.
 
*Çapemeniya alîgir ku di bûyerên wesayîtên zirxî li Kurdistanê li zarokan tên qelibandin û qetil dikin, zimanê ku zarokan sûcdar dike di nûçeyan de bi kar tîne. Gelo wê çapemeniya alîgir kengê dest ji vê nêzikatiyê  berde û rastiyan bibîne, bide bihistin.