‘Sema Yuce bi wêrekiya xwe ji bo jinên Kurd bû mînak’

  • 19:37 17 Hezîran 2023
  • Rojane
 
AGIRÎ - Parlementera Partiya Çep a Kesk Nejla Demîr di 25'emîn salvegera bîranîna Sema Yuce de axivî û got: "Sema Yuce, bi wêrekiya xwe bo jinên Kurd bû mînak." 
 
Sema Yuce ku di 21'ê Adara 1998'an de li Girtîgeha Çanakkaleyê li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewletê yên li hemberî gelê kurd agir berda bedena xwe, di 25'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Malbata Yuceyê, Parlementera Partiya Çep a Kesk a Agiriyê Nejla Demîr û rêveberiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dutaxê tevlî bîranînê bûn.
 
Nejlayê  li wir axivî û got: "Jinên ciwan Sema mînak digirtin. Hema bibêje li her malê wêneyên wê hene. Sema bi wêrekiya xwe bû mînak ji her kesî re."