Gundên Rojava tê bombebarankirin
- 18:51 17 Hezîran 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Artêşa Tirk gundê Bênê, Soxanekê, Aqîbê ya girêdayî navçeya Şêrewa, gundê Tinib û Tat Meraş ya navçeya Şera ya herêma Efrînê, gundê herêma Şehbayê Til Anab û derdora gundê Til Cîcan bombebaran dike.
Li gorî nûçeya ANHA’yê artêşa Tirk bi çekan êrîşî gundê Bênê, Soxanekê, Aqîbê ya girêdayî navçeya Şêrewa, gundê Tinib û Tat Meraş ya navçeya Şera ya herêma Efrînê, gundê herêma Şehbayê Til Anab û derdora gundê Til Cîcan dike.
Her wiha li gundê Til Anab agir bi zeviyên hemwelatiyan ketiye û heta van kêliyan topbaran berdewam dike.