Cenazeyê Behiye Kaçar li Sêrtê hat veşartin

  • 14:56 17 Hezîran 2023
  • Rojane
 
SÊRT - Cenazeyê endama YJA-Starê Behiye Kaçar a di şerekî li Gabarê de jiyana xwe ji dest dabû, li Sêrtê hat veşartin. 
 
Endama YJA-Starê Behiye Kaçar di 2’yê kanûna 2022’yan de di şerê li Çiyayê Gabara Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû. Piştî ku encama testê xwînê ya malbatê û Behiye li hev derket, malbatê cenazeyê keça xwe ji Goristana Bêkesan a Şirnexê wergirtin. Malbatê cenaze duh ji Şirnexê bir navenda Sêrtê û li Goristana Şêx Mûsa bi beşdariya gelek kesan veşart.