Li Amedê li qûbeta Mehmet Siddik Oncu hat pirsîn

  • 11:53 17 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya hefteya 749’emîn de aqûbeta  Mehmet Siddik Oncu pirsî.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 749’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li ber Peykerê Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû li dar xistin. Di çalakiyê de pankarta wêneyên windayan û yên hatine qetilkirin, hat vekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Siddık Oncu yê ku di 21’ê hezîrana 1993’yan de li gundê Qerqatê ya navçeya Çinar a Amedê tê binçavkirin û qetilkirin, hat pirsîn.
 
Di destpêkê de endamê Lijneya Rêvebiriya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Ercan Yilmaz axaftinek kurt kir. Ercan, destnîşan kir ku di salên 90’î de gelek welatî hatine windakirin û qetilkirin û got ji bo kiryarê wan bê darizandin ev 30 sal in têkoşîna lêgerîn û edaletê dimeşînin.
 
Ercan, diyar kir ku ji bo bûyerên windayan bê ronîkirin û kiryar bên darizandin li Amed, Stenbol, Îzmîr û Êlihê çalakiyên xwe dimeşîni û wiha axivî: “Li Qada Galatasaray a Stenbolê Dayîkên Şemiyê û aktîvîstên mafan ku lêgerîna edaletê dikin, li dijî wan êrîş tên kirin. Herî dawî hgevalên me bi pêkanînên xirap û îşkenceyê hatin binçavkirin. Lê belê dê lêgerîna me ya edaletê berdewam bike. Ev 30 sal in ji bo welatiyên ku winda ne em têkoşîna xwe didomînin. Dayîka Berfo û dayîka Asiye û gelek dayîkên din beriya ku bibînin kiryarên zarokên wan bên darizandin jiyana xwe ji dest dan. Lê belê em têkoşîna wan a ku nîvco maye dewr digirin û bidomînin.”
 
Piştre çîroka Mehmet Siddik Oncu ji aliyê endamê Şaxa ÎHD’ê yê Amedê parêzer Yûsûf Erdogan ve hat xwendin.
 
Yûsûf, anî ziman ku leşkerên ku di roja bûyerê de avêtin ser gundê Qerqatêv yê Mehmet Siddik Oncu yê ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û diyar kir ku li ber çavên gundiyan demeke dirêj îşkence lê hatiye kirin. Yûsûf, da zanîn ku leşkeran ji hevjînê Mehmet Sıddık Oncu re gotiye, “Tu qet hevjîna xwe nebînî” û got Mehmet Siddik Guler jî bi xwe re birine û ew ji gund derketine.
 
Bi şopên îşkenceyê re rû bi rû dimînin 
 
Yûsûf, berdewamiyê de wiha got: “Mehmet Siddik Gulerê ku piştî tê binçavkirin rojek şûnde, beriya sewqê Amedê bê kirin, li gorî rapora Navenda Tendûristiyê ya Çinarê ‘li kêleka parsûyên 10-12 milê rastê 3x5 santîm eksîmoz hatine tespîtkirin’.  
 
Malbata Mehmet Sıddık Oncu yê ku piştî hat binçavkirin agahî jê nehat girtin; di pêwendiya telefonî ya 4’ê Tîrmehê de ji wan re hate gotin ku cenazeyê Mehmet Sıddık Oncu li morga Fakulteya Tipê ye. Li ser vê yekê malbata ku serî li Serdozgeriya Komarê ya DGM'ê da, encax di 8'ê Tîrmeha 1993'yan de cenaze wergirtin. Di rapora otopsiyê ya ku ji wan re hat dayîn de hat nivîsandin ku ‘di encama nexweşiyeke ku pê re derbas bûye jiyana xwe ji dest daye.’ Di rapora definkirinê de jî heman gotin hatin bikaranîn. Malbatê diyar kir ku ‘qurbanî li her du aliyên lingê wî birîn û şikestin, li milên wî yên rastê, hemû neynûkên tiliyan, li ser çîp û binê çengê wî birîn, li stû û destikên wî jî şopên bendikan hene.’
 
Wezîrê Karên Hundir ê wê demê Mehmet Gazioglû, li ser qetilkirina Mehmet Sıddık Oncu gotinên ‘Mehmet Sıddık Oncu di 4’ê Tîrmehê de ji ber têkçûna gurçikan nexweş ket û di 5’ê Tîrmehê de jî jiyana xwe ji dest da.’ Piştî ku Mehmet Siddik Oncu di sala 1993'yan de di binçavan de jiyana xwe de ji dest da, malbatê ji ber ku tu encamek ji hiqûqa navxweyî derneket, serî li DMME'yê da. Di doza ku ji aliyê malbata Oncu ve hatiye vekirin de, DMME; Tirkiye mehkûm dike ku ji ber binpêkirina mafê jiyanê tazmînatê bide.”          
 
Daxuyanî bi deqeyek çalakiya rûniştinê  bi dawî bû.