Li Tekîrdagê 5 kes hatin girtin

  • 19:14 16 Hezîran 2023
  • Rojane
 
TEKÎRDAG-Li Tekîrdagê 5 endamên Partiya Çep a Kesk ku di 14’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin bi endamtiya rêxistinê hatin girtin.
 
Li Tekîrdagê di 14’ê hezîranê de di serdegirtina malan de 5 kes hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyan derxistin edliyeyê. 5 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê  sewqî dadgeriyê hatin kirin û bi îdiaya endamtiya rêxitinê hatin girtin û şandin girtîgeha Muratli ya Tekîrdagê.
 
Kesên hatin girtin navê wan wihane: Namzetê Partiya Çep a Kesk a Tekîrdagê Seyîthat Kirmizi, rêveberê HDP’a Tekîrdagê Botan Kasirga, Nurettîn Agin, Nazli Oran û Serkan Sadiç.