Li Tekîrdagê 5 kes hatin girtin 2023-06-16 19:14:44     TEKÎRDAG-Li Tekîrdagê 5 endamên Partiya Çep a Kesk ku di 14’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin bi endamtiya rêxistinê hatin girtin.   Li Tekîrdagê di 14’ê hezîranê de di serdegirtina malan de 5 kes hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyan derxistin edliyeyê. 5 kes piştî îfadeyên li dozgeriyê  sewqî dadgeriyê hatin kirin û bi îdiaya endamtiya rêxitinê hatin girtin û şandin girtîgeha Muratli ya Tekîrdagê.   Kesên hatin girtin navê wan wihane: Namzetê Partiya Çep a Kesk a Tekîrdagê Seyîthat Kirmizi, rêveberê HDP’a Tekîrdagê Botan Kasirga, Nurettîn Agin, Nazli Oran û Serkan Sadiç.