Qetilkirina jinan li Dêrazorê hat şermezarkirin

  • 16:03 14 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komîte û nivîsgehên jinan ên li Dêrazorê sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û got divê jin bibin yek û nehêlin sûcên qetilkirinê pêk bên.
 
Jineke Kurd a ji gundê Şêx yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî bi amûreke tûj ji hêle komên girêdayî dewleta tirk ve hate qetilkirin. Piştî qetilkirinê jî çeteyan mal talan kir û şewitand, da ku nîşaneyên sûc veşêrin.
 
Li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de, sûcên qetilkirin, tecawizkirina jin û zarokan zêde dibin. Tenê ji destpêka Gulanê ve 2 zarok (10 û 14) ji hêla çeteyan ve hatin tecawizkirin, herî dawî jî jineke Kurd bi destê çeteyan hate qetilkirin.
 
Komîteya Jinan û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê sûcên qetilkirina jinan a li Efrînê şermezar kirin û got armanca hedefgirtina jinan şikandina vîna wan e. Divê jin li hember sûcdaran bibin yek û nehêlin ev sûc pêk werin.
 
Jinan bang li aliyên hiqûqî yên navneteweyî kir ku van sûcên hovane yên li dijî jinan bi dawî bikin û got dê jin li dijî van sûcan bisekine û vê kiryara dermirovî bi dawî bike û yek destî tundiya li dijî jinan têk bibe.