Qetilkirina jinan li Dêrazorê hat şermezarkirin 2023-06-14 16:03:54       NAVENDA NÛÇEYAN - Komîte û nivîsgehên jinan ên li Dêrazorê sûcên li dijî jinan ên li herêmên dagirkirî şermezar kirin û got divê jin bibin yek û nehêlin sûcên qetilkirinê pêk bên.   Jineke Kurd a ji gundê Şêx yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî bi amûreke tûj ji hêle komên girêdayî dewleta tirk ve hate qetilkirin. Piştî qetilkirinê jî çeteyan mal talan kir û şewitand, da ku nîşaneyên sûc veşêrin.   Li herêmên Sûriyeyê yên di bin kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê de, sûcên qetilkirin, tecawizkirina jin û zarokan zêde dibin. Tenê ji destpêka Gulanê ve 2 zarok (10 û 14) ji hêla çeteyan ve hatin tecawizkirin, herî dawî jî jineke Kurd bi destê çeteyan hate qetilkirin.   Komîteya Jinan û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Dêrazorê sûcên qetilkirina jinan a li Efrînê şermezar kirin û got armanca hedefgirtina jinan şikandina vîna wan e. Divê jin li hember sûcdaran bibin yek û nehêlin ev sûc pêk werin.   Jinan bang li aliyên hiqûqî yên navneteweyî kir ku van sûcên hovane yên li dijî jinan bi dawî bikin û got dê jin li dijî van sûcan bisekine û vê kiryara dermirovî bi dawî bike û yek destî tundiya li dijî jinan têk bibe.