OHD'ê bertek nîşanî girtina Gulhan Kaya da

  • 19:55 12 Hezîran 2023
  • Rojane
STENBOL- OHD'ê di daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê girtina endama xwe Parêzer Gulhan Kaya de diyar kir ku tê xwestin parêzertiya Gulhanê bê krîmînalîzekirin û banga hevsgirtinê li TBB, baro û saziyên hiqûqî kir.
 
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) têkildarî binçavkirina endamên xwe Gulhan Kaya û Taylan Savran ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatin binçavkirin û piştre girtina Gulhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser hevdîtinên parêzeran ên beriya sala 2017’an, daxuyaniyên çapemeniyê yên ku beşdarî merasîmê bûne û tevlîbûna wan a merasîma cenazeyên muwekîlên xwe yên jiyana xwe ji dest dane ku wekî hêmanên sûc hatine nîşandan û wiha hat gotin: “Dema ku em karê xwe dikin, em  bêyî ku serî li ber ti gefan bitewînin, erka xwe ya parastinê ya bi bandor pêk tînin. Em nasnameya 'parêzerên baş' ên ji aliyê îktîdara siyasî ve li ser me hatiye ferzkirin red dikin. Em ê hesabê pratîka xwe ya hiqûqê nedin tu hêzê. Em dizanin ku sedema bingehîn a biryara girtinê ya îro hatiye dayîn biryar li hemberî  Kurd, kedkar, hemû komên bindest û kesên ji nedîtî ve têne. Em TBB, baro û rêxistinên hiqûqî vedixwînin hevgirtin û têkoşînê."