Li Efrînê jinek hat qetilkirin
- 16:18 12 Hezîran 2023
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komên girêdayî dewleta Tirk li Efrînê jineke kurd piştî ku mala wê şêlandin û şewitandin, qetilkirin.
Li gorî nûçeya ANHA’yê, komên girêdayî dewleta Tirk ji bo diziyê ketin mala jina bi navê Ûfê Şêx Ehmed (40) a ji gundê Şêx a navçeya Racoyê ya Efrînê û wê bi amûrek tûj qetilkirin.
Çeteyan, beriya ku jina Kurd Ûfê qetil bikin, mala wê ya li Çerxerêya Maratê ya li navenda bajarê Efrînê şêlandin û piştre şewitandin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê demeke berê ragihandibû ku jina kurd a bi navê Qedriye Elî (70) a ji gundê Gopakê li pêşiya navenda ‘Sultan Mihemed Fatih’ a li taxa Maratê ya li Efrînê, jiyana xwe ji dest daye.