Li Misirê di 3 mehan de 51 jin hatin kuştin

  • 13:34 12 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di 3 mehên ewil ên sala 2023'yan de li Misirê 51 jin an hatine qetilkirin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane. 
 
Li Misirê tundiya li ser jinê ev her diçe zêde dibe.  Li gor Beşa Jinê ya Ofisa Têkoşîna li dijî Sûc û Hişbirê ya Neteweyên Yekbûyî di 3 mehên ewil ên sala 2023'yan de li Misirê 51 jin an hatine qetilkirin an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Jin van jinan jê ji sedî 92,1 hatine qetilkirin û jê ji sedî 7,9'an jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.