Li Stûttgartê li dijî tecrîdê mîting hat lidarxistin

  • 09:35 12 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) doh êvarê li Stûttgartê li hev kom bûn û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin.
 
Endamên Meclîsa Ciwanan a Stûttgartê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin.
 
Ciwanan pankarta bi nivîsa "Dibe ku bi fîzîkî ez azad nînim lê belê îdeolojiya min mîna kevokekê azad e" hildan ku gotina Abdullah Ocalan e.
 
Piştre daxuyaniyek hate dayin, hate bibîrxistin ku zêdeyî 2 sal in agahî ji Abdullah Ocalan nayê wergirtin, ew êdî nikarin xwe li vê rewşê rabigirin.
 
Ciwanan bang li Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kirin ku bi rengekî bêalî tev bigere û demek beriya demekê têkildarî sîstema Îmraliyê wezîfeya xwe bi cih bîne.
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
 
Çalakî piştî daxuyaniyê qediya.