Malbata Şenyaşar: Divê bêedaletî were bidawîkirin

  • 15:35 11 Hezîran 2023
  • Rojane
 
RIHA - Malbata Şenyaşar di oja 811’emîn a Nobeta Edaletê de li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal ev peyam da: “Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin.” 
 
Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeda Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 811’an de berdewam kir. Ji ber ku di dawiya hefteyê de edliye girtî ye, malbatê nobet li mala xwe ya li Pirsûsê domand. 
 
Malbatê, têkildarî çalakiyê li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal peyamek parve kir. Malbatê, Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç etîket kir û wiha got: “Divê bêedaletî bi rêya edaletê were bidawîkirin (Mahatma Gandhî). Roja 811’emîn a nobeta me ya edaletê.”