Şêniyên Şehbayê li dijî êrişên dewleta tirk meşiyan

  • 15:15 11 Hezîran 2023
  • Rojane
 
ŞEHBA - Îro li Şehbayê li dijî kiryar û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê meşek hat lidarxistin.
 
Îro li Şehbayê li dijî kiryar û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê meşek hat lidarxistin. Gelek kes li dijî êrişan derketin û nerazîbûna xwe anîn ziman. 
 
Meşê ji çarxereya gundê Wehşîyê heya nokteya Rosan dewamkir. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Bêdengiya Rûsan kuştina me ye", "Na ji dagirkeriya dewleta tirk re","Tirk me dikuje û hikumeta Şamê me dorpêç dike" hatin hildan. 
 
Di peyama li dijî êrişan wiha hat gotin:
 
"Duh piştî nîvro di demjimêra 16:45’an de li navçeya Ehdas a girêdayî Helebê, artêşa tirk a dagirker li hember hêzên me êrişek bi balafira keşfê li dar xist. Di encama vê êrişê de 3 şervanên me şehîd ketin, 2 şervanên me jî birîndar bûn. Li ser van bûyeran îro xelkê herêma Şehba û Efrînê bi meşekê ev êrîşan şermezar kirin û derbasî nokteya Rûsan a gundê Wehşîyê a navçeya Fafîn kantona Şehbayê bûn. Meş ji çarxereya gundê Wehşîyê heya nokteya Rosan dewam kir. Di meşê de pankarta bi nivîsa"Bêdengiya Rûsan kuştina me ye, Na ji dagirkeriya dewleta tirk re, tirk me dikuje û hikumeta Şamê me dorpêç dike hatin hildan. 
 
Piştî meş li pêşiya nokteya Rûsan rawestî li ser navê koçberên Efrînê Şandeyekk derbas ofîsa Rûsan li gel kesên peywendîdar bûn. Peyama gel a li hemberî bêdengiya Rûsan zelal hat dayin. Rûsya weke her carê soz dan ku wê tucar bûyerên bi vî awayî dubare nebin û ew ê xwedî helwest bin. Lê belê Rûsya her tim vê sozê dide lê her car kiryar û êrîşên bi vê awayî çêdibin gel û sivîlan hedef digirin û Rûs bêdeng dimînin."
 
Şêniyên Şehbayê û malbatên şehîdan bertek nîşanî bêdengiya Rûsya dan.