Dîplomeya xwe diyariyê xwendekarên hatine qetilkirin kir

  • 18:19 10 Hezîran 2023
  • Rojane

ÎZMÎR - Endama Koordînasyona Navenda Pîrebokên Kampusê Berfîn Buyukertaş ku di Merasîma Zanîngeha Demokrasiyê ya Îzmîrê derket ser dîkê, dîplomeya xwe girt û dovîza li ser ‘Di serî de ji bo Gulîstan Doku û xwişkên xwe yên zanîngehê yên hatine qetilkirin digirim’ nivîsandî  vekir.

 Di Merasîma Mezuniyeta Zanîngeha Demokrasî ya Îzmîrê de endama Koordînasyona Navenda Pîrebokên Kampusê Berfîn Buyukertaş di Merasîma Zanîngeha Demokrasiyê ya Îzmîrê derket ser dîkê, dîplomeya xwe girt û dovîza li ser ‘Di serî de ji bo Gulîstan Doku û xwişkên xwe yên zanîngehê yên hatine qetilkirin digirim’ nivîsandî  vekir. Ewlehiyê dest danî ser dovîzê û Berfînê vê carê bi nivîsan destan dovizek ku ‘ji bo Gulîstan Doku’ lê nivîsandibû vekir.

Berfînê tevî hemû mudaxaleyan diyar kir ku ew dîplomeya xwe diyariyê Gulîstan Doku û xwendekarên din yên jin yên hatine qetilkirin dike .