Rojnameger Dîcle Muftuoglû: Şandeyên serbixwe bişînin girtîgehê

  • 10:43 10 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
ENQERE - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtiye bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafên mirovan û got: "Li dijî binpêkirinên mirovan, em dixwazin rêxistinên sivîl, baro, rêxistinên jinan, saziyên mafên mirovan şandeyên serbixwe ava bikin û bişînin girtîgehê û lêkolînan bikin."
 
Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Muftuoglû di çarçoveya lêpirsînek Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê dabû destpêkirin, di 3’yê gulanê de hat girtin. Dîcle li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan tê girtin û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehê diqewimin nivîsand. Dîcle di nivîsa xwe ya ku ji Ajansa MA'yê re şandî de balê dikişîne ser rewşa gelek girtiyên nexweş û behsa sepanên kêfî yên rêveberiya girtîgehê dike. 
 
Bi sepanên kêfî re rûbirû dimînin 
 
Dîcle, diyar kir ku her roja ku diçe binpêkirinên mafan li girtîgehê zêde dibin û wiha got: “Yên ku li dijî binpêkirinên mafan bêdeng dimînin û dest ji beyanên xwe îftirayê bernadin, wêrekiyê didin personel û rêveberên girtîgehê.” Dîcleanî ziman ku girtîgeh veguherîne cihê ku girtî terkî mirinê tên kirin û got: “Hevalên me yên di şertên giran de dîlgirtî tên ragirtin, ji civakê tên qutkirin û tên îzolekirin. Xebat û mafên civakî bi awayek kêfî û bêhiqûqî tune tên hesabandin. Em jinên girtî ku li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin, bi sepanên kêfî re rûbirû dimînin. Em li dijî farasetek ku her tiştî li gorî xwe bi rê ve dibe, têdikoşin.” 
 
'Berdana 14 girtiyan tê astengkirin'
 
Dîcle, bal kişand ser biryarên Desteya Îdare û Çavdêriyê yên girtîgehan ku li pêşiya berdana girtiyên cezayê xwe temam kirine û nayên berdan û got: “Niha divê li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan 14 jinên girtî yên kurd ên polîtîk bên berdan lê berdana wan ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve tê astengkirin û taloqkirin. Di nava van 14 hevalên girtî de Semîre Demîrdag û Nedîme Yaklav 30 sal in girtî ne û cezayên xwe temam kirine lê bi hincetên cuda nayên berdan. Her wiha ev Deste bi awayên kêfî cezayên dîsiplînê li girtiyan dibire. Desteyê di nava hincetên xwe de ‘sîxuriyê’ jî bicih kiriye. Poşmantiyê û ‘sîxuriyê’ li girtiyan ferz dikin.” 
 
'Rewşa Ozge Ozbek xirab e'
 
Dîcle, bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiya nexweş Ozge Ozbek û tiştên hatine serê wê û wiha got: “Nexweşiya epîlepsî lê peyda bûye û ûr di serê wê de heye. Tevî rewşa wê xedar e jî lê nayê berdan û girtî ye. Girtîgeh veguherîne qadên mirinên sivîl û hema bêje cezayek darvekirinê yê fiîlî tê sepandin. Daneyên rêxistinên sivîl ên derbarê girtiyan de hemû binpêkirin û zextên li ser girtiyan radixe ber çavan. Ji ber vê yekê divê di serî de Ozge Ozbek û hemû girtiyên nexweş ên rewşa wan xedar e ji bo bi awayek bandor bên tedawîkirin, demildest bên berdan. Rewşa Ozge Ozbek her ku diçe xerabtir dibe û di şexsê wê de nêzîkatiyên kêfî yên rêveberiya girtîgehê li ser mafên tenduristiyê û jiyanê yên girtiyan çawa binpê dike xwe radixe ber çavan.” 
 
Selver Yildirim 21 sal in girtiye...
 
Dîcle,  diyar kir ku Selver Yildirim jî 21 sal in girtî ye û çavê wê yê rastê qet nabîne û çavê wê yê çepê jî sedî 70’ê nabîne û her wiha dest û milên wê jî giran bûne û nikare rehet pê tiştekî bike. Dîcle Muftuoglû anî ziman ku bijîşk ji Selver re reçete nivîsandiye û gotiye divê berçavka tavê bikar bîne û tevî vê yekê jî rêveberiya girtîgehê qebûl nake û ev jî dibe sedema ku rewşa tenduristiya wê giran bibe. 
 
'Daxazên girtiyan tên redkirin'
 
Dîcle, bal kişand ser daxwaza guhertina odeyan a girtiyan û got: “Jinên girtî dixwazin odeyên xwe biguherînin. Lê rêveberiya girtîgehê destûr nade viya. Melîke Goksû ya girtî daxwaz kiriye ku odeya wê bê guhertin lê rêveberiya girtîgehê bêyî tu hincet nîşan bide gotiye, ‘daxwaz guncav nehatiye dîtin’ û daxwaza wê red kir. Goksû jî li ser vê dest bi greva birçîbûnê û piştî 6 rojên çalakiyê odeya wê hatiye guhertin. Ji bo ku girtî mafên xwe bidin qebûlkirin neçar dimînin ku bikevin greva birçîbûnê.” 
 
'Li dervê bibin dengê me'
 
Rojnameger Dîcle Muftîoglu, di dewama nameya xwe de wiha got: “Dema em hevalên li derveyî qawîşan hev dibînin, pirsa hev dikin û diaxivin. Lê em bi gefên wek ‘axaftin qedexe ye’, ‘pêwendî qedexe ye’, ‘ez ê girtek bigirim’ re rûbirû dimînin. Sepanên salên 1980’yî li girtîgehan dîsa belav bûne. Li dijî îrade û kesayeta girtiyan êrişên dijmirovî pêk tên. Tê xwestin ku girtî bêîrade, bêhafize û bêhişmend bên hiştin. Li dijî van binpêkirinên mirovan ên li girtîgeha Sîncanê em dixwazin rêxistinên sivîl, baro, rêxistinên jinan, saziyên mafên mirovan şandeyên serbixwe ava bikin û bişînin girtîgehê û lêkoolînan bikin. Em dixwazin berpirsiyar bên zelalkirin û lêpirsîn bê destpêkirin. Li girtîgehê li dijî binpêkirinên mafan lêgerîna me ya heqiyê didome. Em dixwazin hûn jî li derve bibin deng û rengê me. Bi hêviya têkoşîn û hevgirtinê.”