Li kujerê Remziyeyê cezayê muebetê hat birîn

  • 21:49 9 Hezîran 2023
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Di doza ku Yalçin Polat ê Remziye Tuysuz qetil kir de heyeta dadgehê cezayê muebeta giran li gumanbar birî.
 
Li navçeya Bornova ya Îzmîrê mêrê bi navê Yalçin Polat jina bi navê Remziye Tuysuz ku dest jê berdabû bi kêrê qetil kir. Runiştian biryarê ya dozê li 12’emîn Dadgeha Ceza Giran a Bayrakli hat dîtin. Parêzerên aliyan, parêzerê wezareta malbat û civakî, gumanbar Yalçin Polat di runiştinê de amade bûn. Her wiha Platforma em ê Kuştinên Jinan Rawestînin jî  doz şopandin.
 
Beriya runiştinê Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Karabaglar  û Meclîsen Jinan a Îzmîrê li ber edliyê daxuyanî dan û diyar kirin ku divê biryarek mînak bê dayîn. 
 
Piştre derbasî runiştinê bûn û parêzerê gumanbar xwest daxistina tahrîka bêmaf bê dayîn. Dozger di mutalaya xwe de ji sûcê ‘hevjîna berdaye qetil kiriye’ cezayê muebetê bê dayîn.
 
Heyeta dadadgehê ji sûcê ‘plankirî kes kuştin’ cezayê muebeta giran birîn. Doz ji riya îstînafê re vekirî hat hiştin.