ROJEVA 09'Ê HEZÎRANA 2023'YAN

  • 09:00 9 Hezîran 2023
  • Rojev
 
"Di têkoşîna azadiya Kurdistanê de heval ji hev re wek ‘heval’ xîtab dikin û têgeha heval di heman demê de tê wateya ku ji bo hev canên xwe feda dikin. Di havariyên Îsa ya Îhsan Elîaçik de, têgeha havarî tê wateya heval. Dîsa bi êzidiyan re hevjîn ji hev re dibêjin ‘heval’. Aşkeraye ku ev têgeha zanîn û hesta damara berxwedanê ya şaredariya demokratîk dihewîne." NÎQAŞÊN JINELOJIYÊ
 
*Di siyaseta rast a populîst a cîhanê de lîderên jin zêde dibin û ev jî bi xwe re nêrîna ku wê destkeftiyên jinan zêde bibin tîne. Lîderên jin yên wek lîderê partiyên rastgir derketine holê jî li dijî hevzayendên xwe pozîsyonê girtine. 
 
* Piştî hibijartinan têkoşîna rêxistinkirî ya jinan a li dijî tabloya sedest bû yek ji rojevên jinan. Endamên Partiya Meclîsa HDP'ê û Meclîsa Jinan a HDP'ê diyar kirin ku wê pêvajoya pêş de ligel têkoşîna qanûnî û li parlamentoyê wê berê xwe bidin kolanan. BI DÎMEN 
 
*Girtiya nexweş Besiye Ozer a ku 27 sal in girtiye, ligel nexweşiyên wê, serdanên malbat û parêzeran jî serbest nayê berda. Xwîşka wê Zeynep Ozer, anî ziman ku girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû hatine hîştin. BI DÎMEN 
 
*Sekretera Giştî ya OHD’ê Rengîn Ergul da zanîn ku cezayê dîsîplîna nû li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birîn tu zemîna wê ya qanûnî tune ye û got: “ Mekanîzmayên navneteweyî li dijî Tirkiyeyê bê bandor mane. Îmrali li cîhanê yek mînakeke. Agahî jê nayê girtin tu têkilî nayê avakirin. Em dipên ku tecrîd bê şikandin û têkoşîna ji bo vê zêdetir bê dayîn.” BI DÎMEN