Kadîr Şeker bi destûr hat berdan

  • 20:57 8 Hezîran 2023
  • Rojane
KONYA –  Kadîr Şekirê ku piştî cezayê lê hatibû birîn hatibû pesendkirin û ew xistibûn girtîgeha vekirî, ji ber covîd-19'ê heya 31'ê Tîrmehê bi awayekî destûr hat berdan. 
 
Li Konyayê Ozgur Dûran li naverasta kolanê tundiyê li Ayşe Dirla dikir. Kadîr Şeker jî xwest li hawara Ayşeyê biçe. Lê di encama vê yekê de Dûran ji aliyê Kadîr Şeker ve hat kuştin. Dadgeha xwecihî 10 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li Kadîr Şeker birîbû. Piştî ku Dadgeha Bilind 10 sal û 10 meh cezayê li Kadîr Şeker hatibû birîn erê kiribû,  Kadîr di 1'ê Hezîranê de hatibû girtin. 
 
Kadir ku di girtîgeha vekirî de bû, ji ber covîd-19'ê heya 31'ê Tîrmehê bi awayekî destûr hat berdan.