Endama YJA-Starê Gulistan hat emeliyatkirin
- 14:45 8 Hezîran 2023
- Rojane
WAN - Endama YJA-Starê Gulistan Remziye Gulmez di pevçûnên li herêma Zapê de bi birîndarî hatibû girtin. Hat zanîn ku Gulistan hatiye emeliyatkirin.
Êrişên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewamin. Endama YJA-Starê Gulistan Remziye Gulmez ku di pevçûnên li herêma Zapê de bi birîndarî hatibû girtin, li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Fakûlteya Tipê ya Zanîngeha Yuzuncuyil (YYU) a Wanê tê tedawîkirin.
Hat zanîn ku Gulistan 3 roj berê ji mîde û roviyên xwe emeliyat bûye. Li gorî agahiyan, bav û parêzerê Gulistanê du roj berê çûne serdanê lê Gulistan di serdanê de neaxiviye.