Komeleya Wêjekarên Kurd wê kongreya xwe li dar bixe

  • 10:39 8 Hezîran 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Wê Komeleya Wêjekarên Kurd bi dirûşma "Wêje giyanê civakê ye" kongreya xwe ya asayî ya duyemîn li Amedê li dar bixe. Lijneya Amadekar a Kongreyê bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna kongreyê kir. 
 
Wê Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya asayî ya duyemîn bi dirûşma "Wêje giyanê civakê ye" di 10'ê Hezîranê de roja şemiyê li TMMOB'ê ya li semta Ofîsê ya navçeya Yenişehira Amedê saet di 13.00'ê de li dar bixe. Wê bi tevlêbûna gelek wêjekar û derdorên cuda kongre bê lidarxistin. Lijneya Amadekar a Kongreyê bi daxuyaniyeke nivîskî banga tevlîbûna kongreyê kir û got:"Armanca kongreyê, li gor pêwistiyên sereke li gel guherîn, veguherîn û jinûvesazbûneke bingehîn pêkanîna pêngaveke xurt û berfireh a kar û xebatên wêjeya kurdî ye."
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Di demeke nêz de li Kurdistan û Tirkiyeyê hilbijartineke girîng pêk hat û li gor encamên vê hilbijartinê  careke din diyar bû ku divê nirxên gelê kurd ên bingehîn bi awayekî herî xurt bên parastin û pêşxistin. 
 
Bêguman gelê kurd ligel hemû êrişên bi sedan sal in dest ji têkoşîna parastin û pêşxistina nirxên xwe yên neteweyî bernedaye û ji bo parastin û pêşxistina hemû nirxên xwe yên neteweyî ked û têkoşîneke bêhempa daye û hê jî dide. Ziman, çand û wêjeya kurdî jî ji van nirxan nirxên herî bingehîn û sereke ne ku kurd heta îro li ser piyan girtine.  
 
Bi taybetî, çi devkî be, çi jî nivîskî be wêjeya kurdî ji bo parastina hebûn û xwebûna nirxên kurdan ên neteweyî, civakî û çandî bûye xwedî risteke girîng, ji civaka kurd re bûye bîr, hiş û giyan. 
 
Komeleya Wêjekarên Kurd jî yek saziyeke ku bi vê hişmendî, zanebûn, rist û erkê hatiye avakirin e.
 
Komeleya Wêjekarên Kurd a ku di sala 2020'î de hatibû avakirin kongreya xwe ya asayî ya 2'yemîn dê di 10'ê  hezîranê de, li Amedê, bi dirûşma "Wêje giyanê civakê ye" li dar bixe.
 
Armanca kongreyê, li gor pêwistiyên sereke li gel guherîn, veguherîn û jinûvesazbûneke bingehîn pêkanîna pêngaveke xurt û berfireh a kar û xebatên wêjeya kurdî ye. 
 
Di rêvebiriya kongreyê de ne tenê li bajarê Amedê, li gelek bajarên din jî wêjekar dê cih bigirin û di nava demê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê şax û nûnertiyan komeleyê bên sazkirin, li wan bajaran jî xebatên cur bi cur ên wêjeyî bên meşandin.
 
Kongre dê di 10.06.2023'yan de, saet di 13.00'ê de, roja şemiyê li Amedê, bi tevlêbûna gelek wêjekar û derdorên cuda li avahiya TMMOBê bê lidarxistin.  
 
Em ê bi tevlêbûna wêjekar, wêjehez, sazî û gelê xwe yê welatparêz serfiraz bin."