Xelkê Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiya

  • 09:57 8 Hezîran 2023
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN  - Xelkê Wargeha Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî û cezayê disiplînê yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin, meşek girseyî li dar xist. Di meşê de ji bo rakirina tecrîdê banga lezgîn hate kirin.
 
Xelkê Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî û cezayê disiplînê yê li ser Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ku di 27’ê Nîsana 2023’yan de hatiye birîn, meşek girseyî li dar xistin.
 
Meşa xelkê Wargeha Mexmûrê bi kombûna şêniyên wargehê re, li ber Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî dewam kir.
 
Di meşê de dirûşmeyên ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Îmralî’ hatin berzkirin. Her wiha wêne û posterên Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan hatin bilindkirin.
 
Piştî ku meş girseyî giha Parka Şehîd Aryen Cûdî, ji bo giyanê tevayî Têkoşerên Azadiya Kurd deqîqeyekê rêz hate girtin. Li ser navê xelkê wargehê ji aliyê Endama Komîteya Karê Derve ya Meclîsa Îştar a wargehê Leyla Arzû Îlhan ve daxuyaniyek hat dayîn.
 
Leyla Arzû Îlhan da diyarkirin ku ew wek xelkê Wargeha Mexmûrê tecrîd û cezayên disiplînê yên li ser Abdulah Ocalan, bi tundî şermezar dikin û wiha dewam kir; “Ev ji du salan zêdetir e, bi tu awayî em agahî ji Rêber Apo nagirin. Hêzên desthilatdar niha bi agir dileyîzin. Ji ber ku beriya niha 300 salan sîstema kapîtalîst ku hatibû avakirin, niha li ber tunebûnê ye. Yê ku alternatîfa vê sîstemê dayî avakirin û di nava civakê de azadî û wekhevî dayî avakirin, Rêber Apo ye. Rêbertî planên qirêj y-ên hêzên desthilatdar ên li ser gelê Kurd û Rojhilata Navîn pûç kirin.”
 
Leyla di dewamiya axaftina xwe de wiha got; “Rêber Apo bi paradîgmaya xwe azadî, wekhevî û alternatîfa sîstema desthilatdar da avakirin. Îro jî hêza Rêber Apo li her derê cîhanê, li dijî sîstema desthilatdar têdikoşe. Sîstema desthilatdar ji hêza Rêber Apo ditirse, lewma her ku diçe tecrîda heyî girantir dike. Bi hincetên bê bingeh û ne hiqûqî cezayê disiplînê li Rêber Apo tê birîn. Em wek gelê Kurd vê yekê qet û qet qebûl nakin.”
 
Leyla da zanîn ku gelê Kurd bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwedî li vîna xwe derdikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Em bang li gelê Kurd û saziyên navnetewî dikin ku li dijî tecrîd û îşkenceya li ser Rêber Apo bibin xwedî helwest. Rêber Apo xeta me ya sor e. Ji bo wê divê demildest tecrîd bê şikandin û dawî li sîstema îşkenceya Îmralî bê anîn. Em wek gelên xwedî wijdan û xwedî rûmet, divê li dora Rêber Apo bibîn xelek û xwedî li Rêberê xwe derbikevin. Em dibêjin kesek wê nekare roja me tarî bike.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Bê Serok Jiyan nabe’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ bi dawî bû.