Li Ispartayê mirina biguman a jinekê

  • 21:21 7 Hezîran 2023
  • Rojane
ISPARTA -  Li Ispartayê jina bi navê Semîha K. li baxçeyê înşatê mirî hat dîtin. 
 
Li navçeya Şarkîkaragaçê ya Ispartayê Semîha K., li baxçeyê înşatê mirî hat dîtin. Cenazeya Semîha K. ji bo otopsiyê rakirin morgê. 
 
Hat diyarkirin ku têkildarî mirina bi guman lêpirsîn hatiye destpêkirin.